DGH’ê li dijî tecrîdê li Metropolên Tirkiyeyê çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li metropolên Tirkiyeyê hin çalakî li dar xist. Di çalakiyan de 5 kargeh hatin şewitandin û bombeyeke deng avêtin qereqolekê.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li metropolên Tirkiyeyê li hemberî kargehên faşîstan çalakî li dar xist.

Çalakiyên DGH’ê wisa ne:

“MÊRSÎN

Di 6’ê Kanûnê de li navçeya Akdenîz a Mêrsînê kargeha ku kon û branda difirot ji aliyê yekîneya me ya  tolhildanê ya Şehîd Mawa Torî ve hate şewitandin. Ev kargeh hemû şewitî.

Di 9’ê Kanûnê de li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê kargeha ku parçeyên otomobîlan difirot ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Mahîr Botan ve hate şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh hemû şewitî.

STENBOL

Di 6’ê Kanûnê de li Fatîha Stenbolê kargeha ku çente û sol difirot ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hate şewitandin. Di çalakiyê de ev kargeh hemû şewitiye.

ÎZMÎR

Di 14’ê Kanûnê de li navçeya Çeşme ya Îzmîrê kargeha malzemeyên avahiyan difirot, ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê Şehîd Nûda Eleftarya hate şewitandin. Ev kargeh hemû şewitî.

Di 19’ê Kanûnê de li navçeya Bûcayê ya Îzmîrê atolyeyek ji aliyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Axîn Mahîr ve hate şewitandin. Ev atolye jî hemû şewitî.

EDENE

Di 17’ê Kanûnê de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Gelhat çalakiyeke bi bombeya deng hate kirin.