DGH/DGK-H li Amedê çalakî kirin

DGH û DGK-H li Amedê li sê nuqteyan çalakî kirin.

yekîneya Şehîd Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) ya DDGH û DGK-H li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, 2’yê Cotmehê li Amedê li sê nuqteyan çalakî kirin.

Hate ragihandin ku pankarta bi nepoxan ve hatibû girêdan a bi nivîsa ‘Wê hesabê Kurdên ku ji helîkopterê hatine avêtin bê pirsîn’ hate hildan.

Hate ragihandin ku 2’yê Cotmehê yekîneya Şehîd Huseyîn Firat (Cîhan Erbaş) li navçeya Rezan a Amedê bi bomeyên ku li du nuqteyan hatibû bicihkirin, rê li trafîkê hate girtin. Li Rezanê jî pankarta bi nepoxan ve hatibû girêdan a bi nivîsa ‘Em ê hesabê Kurdên ku ji helîkopteran hatine avêtin bipirsin’ hate hildan.

2’yê Cotmehê li navçeya Sûr a Amedê li dijî marketa A-101 bi bombeyên destan çalakiyek hate kirin.

Yekîneyê ragihand ku ev çalakî li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye.