DGH: 18 kargeh, 6 febrîqe, 3 wesayit û 2 depo hatin şewitandin

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, ji 5'ê Çileyê ve li gelek bajaran herî kêm 18 kargeh, 6 febrîqe, 3 wesayit û 2 depo hatine şewitandin.

Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li metropolên Tirkyeyê çalakî hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Stenbolê 6, li Konyayê 2, li Manîsayê 1, li Îzmîrê 2, li Denîzliyê 5, li Mersînê 1, li Kocaeliyê 1, li Enqereyê jî çalakiyek hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, detayên çalakiyan wiha ye:

STENBOL

"16'ê Çileyê saet 01:30'î li sîteya pîşesaziyê ya li navçeya Bayrampaşayê, kargeheke ku madeyên xav ên plastîk çêdikir hate şewitandin. Kargeh bi temamî şewitî û zerareke mezin lê bû.

28'ê Çileyê saet 12:45'an li navçeya Bahçelîevlerê febrîqeyeke ku alkol çêdikir hate şewitandin. Febrîqe bi temamî îmha bû û bi milyonan zerar li febrîqeyê bû.

29'ê Çileyê saet 22:00 li navçeya Sîlîvriyê, febrîqeyeke bermahiyan û veguherandina bermahiyan hate şewitandin. Febrîqe bi temamî îmha bû.

Êvara 31'ê Çileyê febrîqeyeke ard a li navçeya Sîlîvriyê hate şewitandin.

1'ê Sibatê saet 04:00 atolyeyeke mobîlya ya li navçeya Kuçukçekmeceyê hate şewitandin.

3'ê Sibatê saet 20:30'î firoşgeheke mobîlya ya li sîteya mobîlyaanan a li Başakşehîrê hate şewitandin.

KONYA

19'ê li navçeya Karatayê ya navendî febrîqeyeke ku tankên binê erdê çêdikir hate şewitandin.

21'ê Çileyê li navçeya Eregliyê, pasajek hate şeiwtandin, bi dehan kargehan zerar dîtin.

MANÎSA

Êvara 2'ê Sibatê li navçeya Tûrgûtlûyê saloneke pîde hate şewitandin.

ÎZMÎR

3'ê Sibatê dikaneke şuştina xaliyan a li navçeya Bûcayê hate şewitandin.

3'ê Sibatê kargeheke çêkirina pêlavan li navçeya Bornovayê hate şewitandin.

DENÎZLÎ

Êvara 26'ê Çileyê li navçeya Tavasê depoyeke ka hate şewitandin. Xisareke ji 100 hezar lîreyî li depoya ka bû û depo bi temamî şewitî.

29'ê Çileyê li navçeya Çîvrîlê febrîqeyeke ku qaseyên plastîk çêdikirin hate şewitandin.

30'ê Çileyê saet 20:00, li navçeya Pamûkkaleyê mînîbusek hate şewitandin.

2'ê Sibatê wesayitek li navçeya Efendî ya navendî hate şewitandin.

4'ê Sibatê li navçeya Pamûkkaleyê wesayitek hate şewitandin.

MERSÎN

28'ê Çileyê li Tarsûs OSB'ê febrîqeyeke heste hate şewitandin.

KOCAELÎ

28'ê Çileyê li navçeya Golcukê ofîseke emlaqê hate şewitandin.

ENQERE

5'ê Çileyê li navçeya Serîkê depoya kargeheke şexsê bi navê M.K. hate şewitandin.