DGB: Gel dixwazin di şertên wekhev de bijîn

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (DGB) bi wesîleya salvegera 105’emîn a Qirkirina Ermen û Siryanan got ku “Daxwaza me ev e ku Ermen, Kurd, Elewî, Laz, Êzidî, Siryan, Ereb û Kiptî di şertên wekhev de bijîn.”

Yekîtiya Hêza Demokratîk a Ewropayê (DGB) bi wesîleya salvegera 105’emîn a Qirkirina Ermen û Siryanan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salvegera 105’emîn a qirkirina di sala 1915’an de ya ku gelên Ermen, Asûr, Siryan, Keldanî, Nastûrî, Rû, Pontûs û Êzidî hatin qetilkirin, em kadroyên komarê yên Osmanî û Îttîhad Terakkî şermezar dikin û bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku bila qirkirinê qebûl bike.

Di 24’ê Nîsana 1915’an de li dijî Ermenan û di heman demê de li dijî Asûr, Siryan, Nastûrî, Pontûs, Rûm û Êzidiyan jî qirkirin hatibû destpêkirin û heta salên 1924’an domiya. Ev qirkirin bi destê kadroyên Îttîhad Terakkî hate kirin. Hinek welatên emperyalîst piştgirî dan kadroyên komar û Îttîhad Terakkîyê û hinek jî bûne temaşevan.

Ji salên 1880’î û vir ve bingeha qetlîaman dihate avakirin. Bi desteserkirina mal û milkan re çîna sermayeya navxweyî bi destê dewletê hate destpêkirin. Bingeha birjûwaya wan jî li ser vî bingehî hate avakirin.

Vê feraseta qirker ji Osmaniyan hate wergirtin, di dîroka komarê de hatiye domandin, ji Dêrsimê heta Meraş û Sêwasê, ji Roboskiyê heta Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bi destê hikumetên cihê hatiye kirin. Di demên dawîn de vê feraseta qirker êrîşên xwe heta Efrîn, Rojava, Qendîl, Şengal û Mexmûrê domandiye.

Li dijî emperyalîst û hikumên ku hevkarên wan in em şîara xwe ya ‘Bijî têkoşîna hevpar a gelan û yekîtiya azad û wekhev’ bilind dikin û ji bo hilweşandina vê pergala mêtingeriyê em banga têkoşîna hevpar dikin.”