DGB Ewropa: Divê girtiyên siyasî hemû bên berdan

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (DGB) xwest, hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û girtiyên siyasî hemû bên berdan.

DGB Ewropayê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da ku li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî Demîrtaş hîn jî girtî ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hikumeta AKP'ê ku li gorî hiqûqa Ewropayê û peymanên bi welatên Ewropayê re kiriye tevnagere, îlan kir ku ew biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê nas nake, ku ev yek nîşaneya berbiçav a mayindekirina faşîzmê ye, nenaskirina hiqûq û qanûnan e.

Bi dewamî hate gotin, "Zîhniyeta red û qirker a AKP'ê, zîhniyeta DAÎŞ'ê ye ku li Rojhilata Navîn komkujî kir. Bi vê zîhniyeta tekperest hewl dide muxalefetê û cihêrengiyan hemûyan tune bike. Parlamenter û siyasetmedar divê ne girtiyên siyasî bin, lê belê li parlamentê parêzvanên hilbijêrên xwe bin. Pêwîste Konseya Ewropayê vê hiqûqa şer/dîlgirtinê ya ku ji aliyê hiqûqî ve ti bingeha xwe nîne, bibîne û li dijî vê helwestê nîşan bide. Eger gotina demokrasiyê tenê weke demogojiyê nayê bikaranîn, divê li ber vê bêhiqûqiyê rabin ku biryarên Peyman û Dadgeha Mafên Mirovan ên Ewropayê ji nedîtî ve tê û pêwîste pêkanînên bi bandor bikevin dewrê."

Bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li gorî hiqûq û peymanên xwe tevbigere û hate destnîşan kir ku li gel vê bangê, wê ev bêhiqûqî bi esasî bi têkoşîna hevpar a gelan ji holê bê rakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag em li Ewropayê dengê girtiyan hemûyan e yên alîgirê azadî, wekhevî û edaletê. Li her devera ku em lê ne, em ê li ber vê bêhiqûqiyê rabin, li dijî faşîzm, nijadperestî û kiryarên antî demokratîk em ê bi hev re têbikoşin û bi ser bikevin."