Dewleta Tirk li Sydneyê hate şermezarkirin

Kurd û dostên wan ên li Sydneyê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, "Dewleta Tirk êrişê dibe ser tevahiya Kurdistanê."

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe li qada Town Hallê li hev kom bûn û desthilatdariya AKP-MHP'ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ya bi navê komîteya amadekar de hate gotin, "Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne tenê li ser PKK'ê ye, êriş ji bo dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Dixwaze Şengalê û civaka me ya Êzidî qir bikin. Dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake."

Di daxuyaniyê de bêdengiya DYE, Rûsya û welatên Ewropayê yên li pêşberî êrişên dagirkeriyê hate şermezarkirin.

Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye dagirker e" qîriyan.