Dewleta Tirk li Kopenhagenê hate şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a li dijî konvoya sivîlan a li Efrînê, li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagenê dijîn, êrîşa dewleta Tirk a li gelê sivîl a li Efrînê şermezar kirin. Çalakî li ber Parlamenta Danîmarkayê pêk hat.

Parlamenterê Danîmarkî Chrîstîan Hjûl tevlî çalakiyê bû û komkujî şermezar kir. Hjûl bang li Parlamenta Danîmarkayê kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî konvoya sivîlan kiribû ku bi hezaran sivîlên ji herêmên Cizîr û Firatê berê xwe dabûn Efrînê. Ji ber vê êrîşê 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.