Dewleta Tirk li Graz, Parma û Kasselê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Graz, Parma û Kasselê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Graz, Parma û Kasselê hatin şermezarkirin.
Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.
GRAZ
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û xwendin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Bijî têkoşîna Rojava", "Faşîst, terorîst, dîktator Erdogan" hatin qîrîn.
PARMA
Li bajarê Parma yê Îtalyayê û navçeyên wê êrîşên dewleta Tirk ên dagirkerî û qirkeriyê hatin şermezarkirin.
Tîma futbolê ya La Paz a Parmayê bi pankarta piştevaniya bi Rojava re dest bi maça xwe kir. Her wiha li gel alên YPG û YPJ'ê dirûşm hatin qîrîn.
Li Fîdenzayê jî çalakiyek pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Qisekeran bang li hikumeta Îtalyayê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku tavilê bikevin nava hewldanan. Di çalakiyê de dirûşma "Kujer Erdogan" hate qîrîn.
KASSEL
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê çalakiyek pêk hat. Çalakgeran diyar kirin ku divê dewleta Tirk tavilê ji Rojava bê derxistin.
Qisekeran diyar kirin ku divê dinya li pêşberî rewşê bêdeng nemîne.