Dewleta Tirk li Bochûmê hat şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê li bajarê Elmanya Bochûmê hatin şermezarkirin. Di çalakiya bi pêşengiya KOMAW'ê de berxwedana li bajarên xwerêveberiyê jî hat silavkirin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bochûmê, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û heta dadgeha bajarê Bochûmê meşiyan. Di meşê de belavokên li ser wehşet û komkujiyên AKP li Kurdistanê dike, hatin belavkirin.
Bi qasî 300 kesên li ber stasyonê li hev civiyan dirûşmên "Bijî berxwedanên Nisêbîn, Gever û Şirnexê", "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" qîriyan. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Elmanî jî hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.