Dewleta Tirk ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle seferber bû

Ji destpêka dengdayînê heta niha, êrîşên li hemberî HDP'yiyan û hîleyên hilbijartinê bi zêdehî dewam dikin. Ji bo HDP di binê bendê de bê hiştin hemû saziyên dewleta Tirk hatine seferberkirin.

Ji destpêka dengdayînê heta niha, êrîşên li hemberî HDP'yiyan û hîleyên hilbijartinê bi zêdehî dewam dikin. Ji bo HDP di binê bendê de bê hiştin hemû saziyên dewleta Tirk hatine seferberkirin.

RIHA

Li taxa Cubeyde ya navçeya Xelîliye ya navenda Rihayê, çavdêrên HDP'yî xwestin pêşî li bikaranîna dengan bi awayekî vekirî ya keya û xizmên wî bigirin, lê di bin çavdêriya jendermeyan de rastî êrîşê hatin. Keya Îbrahîm Halîl Felhan û xizmên wî xwestin çavdêrên HDP'yî ji taxê derkevin û li pêş çavê jendermeyan êrîşî Alî Îlgîn, Mûstafa Karaca, Ferîd Caz, Fevzî Acar, Yilmaz Yildirim, Sînan Yildirim, Şiyar Yildirim û 3 HDP'yiyên navên wan nehat anîn. HDP'yiyên ji ber êrîşê birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan. Hat ragihandin ku keya û xizmên wî, ji bilî AKP'yiyan nahêle kesek bikeve gund. Namzetê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr û Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.

Li Serêkaniyê jî, piştî ku hat bihîstin wê li taxa Karataş a Jorîn cerdevan bi awayekî komî deng bikar bînin, çavdêrên HDP'yî çûn cihê bûyerê, lê belê li gefa jenderme û cerdevanan rast hatin.

MEREŞ

Li navenda Mereşê jî elektrîka ku ev 4 sal in qut nabe, ji danê nîvro û pê ve bi qasî nîv saetê qut bû.

DÎLOK

Namzetê AKP'ê yê Dîlokê Mehmet Şîmşek, li navçeya Şahînbeyê li Dibistana Seretayî ya Hatîce Karsligîl geriya û li nerazîbûna gel rast hat. Li ser van nerazîbûnan Şîmşek neçar ma ji dibistanê derkeve û bi yên bi xwe re gef li gel xwar û got, "Ji 3 dibistanan gelek deng ji HDP'ê re tê. Eger pêwîst bike em ê van her sê dibistanan bi serê we de bînin xwarê."

EDENE

Namzetê HUDA-PAR'ê yê Edeneyê Salîh Demîr bi çavdêrekî xwe re li dibistanên deng lê tên dayîn geriya, di dema dengdayînê de dîmenê wezîfedarên li ser sindoqan û çavdêran kişand. Li ser nerazîbûnan neçar ma ji dibistanê biçin.

AMED

Li Lîseya Fenê ya YÎBO Valî Aydin a taxa Bagivar a navçeya Sûrê, polîsan xwestin li ser sindoqa bi hejmara 1065 rûnên, li ser nerazîbûna gel polîs neçar man ji herêmê biçe. Li navçeya Amed Bislmiê, welatiyên ku danê sibehê dengê xwe bikar anîn, piştî dengdayînê çûn hewşa dibistanê û li vir nobeda dengan digirin. Li gundê Divana yê Erxeniyê endamên HUDA-PAR'ê êrîşî welatiyan kirin û hin ji welatiyan birîndar bûn.

SÊRT

Li gundê Zêrîn ê navçeya Sêrt Berwariyê, heyeta çavdêr a ji Danîmarkayê hat, bi hinceta ku bi serokê desteya hilbijartinê re hevdîtin nekiriye, hat astengkirin. Tevî hemû astengiyan jî heyet li navendên dengdayînê digere û çavdêriya xwe dewam dike.

ÊLIH

Li bajarokê Kayapinar û gundên ser bi vî bajarokî yên navçeya Êlih Kercewsê, leşker û çawişên pispor hatine ser sindoqên deng lê hatine bikaranîn û li vir disekinin. Rayedarên HDP'yî û wezîfedarên li ber sindoqan nerazîbûn nîşanî vê dan. Leşker her wiha nahêlin endamên çapemeniyê dîmenê vê rewşê bikişînin.

Li Çewlikê ku hîleyên AKP'yiyan di asta herî bilind de ye, hewl tê dayîn ku dengdayîna kesekî astengdar bê astengkirin.