Destûr nehat dayîn malbat biçin Îmraliyê

Destûr nehat dayîn malbat biçin Îmraliyê

Serlêdana birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û du malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê, bi hinceta ku “Keştî kar nake” hate redkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xwişka girtiyê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya wê Bilind ya Îmraliyê Şêxmûs Poyraz Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz, her wiha serwêrisa Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû ji bo biçin Girava Îmralî, duh serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê bi hinceta ku “keştî kar nake” serlêdan hate redkirin.

Di serlêdana malbatan ya hefteya borî de jî bihinceta ku “keştî kar nake” hatibû red kirin.