'Desthilatdariya ku li Roboskî komkujî kir, Cizîr û Sûr kavil kir'

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ji ber salvegera 6’an a komkujiya Roboskê daxuyanî da.

HDP’ê bi bîr xist ku bi balafirên şer ên desthilatdariyê li Roboskî piranî jê zarok 34 kes hatine kuştin û daxwaza malbatên Roboskî, saziyên demokratîk ku berpirs werin darizandin nehatiya pêkanîn.

HDP’ê diyar kir ku ti berpirsên leşkerî û siyasî yên komkujiyê nehatine darizandin, berovajî vê zext û girtina li ser malbatên kesên ku hatine kuştin berdewam kiriye.

HDP’ê diyar kir ku ev 6 sa in hêzên leşkerî û tîmên taybet êrîşan dibin ser Roboskî, Parlamenterê Şirnexê Ferhat Encû ji bo ku rastî gotine hatiye girtin û ev desthilatdariya li ser kar Bîrdariya Roboskî hilweşandiye, bi vê jî li sûcê xwe mikur hatiye.

HDP’ê diyar kir ku bi hevkariya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û Serkaniya Giştî ya Necdet Ozel berpirsên siyasî, leşkerî, burokrat ên komkujiyê bi biryarên dozgeriyê hatine parastin, komkujiya endama polîtîkaya şerê taybet e li gel ku bi zincîra fermanê û kirinê pêk hatiye jî îfadeyeke ti kesekî nehatiye standin. HDP’ê diyar kir ku piraniya AKP’ê ya di komîsyona Meclîsê de ji bo ku ser komkujiyê bigirin rapor hazir kirine.

ÊN KU LI ROBOSKÎ KOMKUJÎ KIRIN SÛR, CIZÎR Û ŞIRNEX HILWEŞANDIN

HDP’ê bi bîr xist desthilatdariya ku wê demê komkujiya Roboskî kirî, piştre Cizîr, Sûr, Hezex, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya, Gever hilweşandine û şewitandin û domand; ‘’Lê desthilatdarî dijminatiyê tenê bi saxan re nake, bi miriyan re jî dike. Nirxên mirovî û exlaqî binpê dike û li gelek bajaran goristanên gelê Kurd xira dike.Herî dawî li Bedlîsê 267 cenaze ji gorên wan hatin derxistin.

WÊ HESAB WERE PIRSÎN

HDP’ê herî dawî got êrîş li dijî vîna jiyana wekhev û hevpar a gelên me ye, darbeyeke li dijî daxwaza demokrasî, azadi,damendî, aştî û wekheviyê ya gelê Kurd û diyar kir di ser komkujiya Roboskî re çi qasî dem derbas bibe jî ji bo ku berpirsên komkujiyên derxînin ber darazê û werin cezakirin wê têkoşîna hesabpirsînê bidomînin.