Destê rastê yê xortê birîndar, hatiye qetkirin!
Destê rastê yê xortê birîndar, hatiye qetkirin!
Destê rastê yê xortê birîndar, hatiye qetkirin!
Zarokê 17 salî İ.E. ku di çalakiyên şermezarkirina 15'ê sibatê de birîndar bû ji Êlihê sewqî Amedê hatibû kirin. Hate hînbûn ku destê rastê yê Î.E. jê bûye û paniya piyê wî perçe bûye.
Duh li kolana Korikê ya taxa Yavuz Selîmê ya Êlihê ciwanên ku 15'e Sibatê şermezar kirin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxaleyî komê kiribûn û di mudaxaleyê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de Zarokê 17 salî Î.E. birîndar bûbû. Zarokê bi navê Î.E. piştî teqînê ji destê xwe yê rastê û ji piyê xwe çepê ve birîndar bûbû û wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Heremê ya Êlihê.
Î.E. pişt re jî Sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîneha Dîcleyê hat kirin. Li gorî agahiyên ewil hat zanin ku dema TOMA ava şid reşandiye Î.E. teqin pêk hatiye û di teqînê de ji dest û piyê xwe birîndar bûye û tiliyê destê wî jê bûne. Hate hînbûn ku mûdaxelaya ewil a Î.E. li serwîsa lezgîn pêk hatiye û pişt re ew ji bo emeliyatê rakirine beşa Beşa Lezgîn. Hate zanîn ku piştî emeliyatê destê rastê yê Î.E. jê bûye û paniya piyê wî perçe perçe bûye. Hate diyar kirin ku îhtîmala ku Î.E ji destê xwe rastê bibi heye. Hat diyarkirin ku niha Î.E. li beşa Ortopediyê tê dermankirin û talûkeya wî ya jiyanî tuneye.