Hevserokê Mala Êzidiyan a Celle Derwêş Dûran bal kişand ser lîstikên qirêj ên li ser Êzidiyên li Şengalê hatine lîstin û destnîşan kir, serkêşê van lîstikan PDK ye. Dûran got, "Li Şengalê yekane rêya çareseriyê xweserî ye."
ANF
CELLE
sêşem, 2 gelawêjê 2016, 07:10
Piştî ku pêşmergeyên PDK'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de ji Şengalê reviyan û çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Êzidiyan kirin, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jî hatin revandin û mîna koleyan hatin firotin. Ji hingî ve gelek lîstik li ser Şengalê tên lîstin. Hewl tê dayîn, civaka Êzidî ji koka xwe bê dûrxistin. Nûnerên saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê nerazîbûn nîşanî vê dan û xwestin, Şengal xweser be.
'PDK'Ê ÊZIDÎ XIST NAVA LEPÊN DAIŞ'Ê'
Hevserokê Mala Êzidiyan a Celle Derwêş Dûran da zanîn, ku ya di 3'ê Tebaxa 2014'an de hat kirin plana ji holê rakirina Êzidiyan e û got, "Xwestin Êzidiyan li Rojhilata Navîn tine bikin. Hingî zêdeyî deh hezar pêşmerge hebûn. Êzidiyan jî rahiştibûn çekê, lê belê hikûmeta Barzanî ewilî got, 'Ji bo di navbera pêşmerge û civakê de pirsgirêk dernekeve, çekên xwe bidin me' û bi vî rengî hemû çek da hev. Dema êrîş hat kirin jî pêşmergeyan xwe vekişandin û 500 hezar Êzidiyên li çiyayê Şengalê asê man, ku bêparastin bûn, xist nava lepên DAIŞ'ê."
Dûran bibîr xist, ku tevî hemû astengiyên PDK'ê jî hêzên HPG'ê ji bo rizgarkirina Êzidiyan xwe gihandin Şengalê, korîdor vekirin û bi deh hezaran Êzidî rizgar kirin. Dûran bal kişand ser avabûna hêzên parastina Êzidiyan YBŞ a di vê demê de û got, "YBŞ ava bû. Îro gelekî xurt e û roj bi roj xurtir dibe. Hêza xwe heye temamiya civakê biparêze. Ji bilî vê gelek sazî û rêxistinên xwe hene. Girîng e hemû Êzidiyên li gelemperiya cîhanê, bi taybetî yên li Ewropayê bibin yek, tifaqa xwe pêk bînin û xwedî li vê rêxistinbûnê derkevin."
'DI SER ÊZIDIYAN RE SIYASETÊ DIKIN'
Derwêş Dûran da xuyakirin, ku heta roja îro çanda Ereban û sîstema PDK'ê li Şengalê serdest bûn û wiha dewam kir: "Ya ku Saddam Huseyîn heta niha li Kurdên li Başûrê Kurdistanê kir, PDK'ê jî heman tişt li civaka Êzidî dikir. Bi polîtîkaya parçe bike û bi rê ve bibe, civak bi rê ve bir. Lewma di nava civaka Êzidî de yekîtiyek pêk nehat. Lê piştî vê komkujiyê, di nava civakê de yekîtî û tifaqeke xurt derekt holê. PDK niha li Şengalê bi lîstikên gelekî qirêj dilîze. Girîng e Êzidî hişyar bin û hay ji xwe hebin. Pêwîste em dost û dijminên xwe baş nas bikin. Dostê me; yê ku em rizgar kir, em li hev civand û tifaqa me pêk anîn e. Ji ber vê yekê, divê em jî li cem wan cih bigirin. PDK'ê niha du komên bi xwe ve girêdayî ava kiriye. Ev her du kom li gorî polîtîkayên PDK'ê tevdigerin û li dijî hêzên parastina Şengalê ne. Ev kom ên Qasim û Haydar Şaşo ne. Divê civaka me baş zanibe, ev li ser xwîna zarokên me pereyan distînin û xwe didin jiyîn."
'DIVÊ ÊZIDÎ LI DIJÎ DÎKTATORIYA BARZANÎ DERKEVIN'
Derwêş Dûran bal kişand ser razemeniyên malbata Şaşo li Elmanyayê dike û got, "Ev li Elmanyayê xaniyan dikirin, razemeniyê dikin. Pêwîste civaka me hişyar be û nexape. Armanca wan derxistina HPG û YPG'ê ji Şengalê ye. Dixwazin Êzidiyan jî li hemberî hev bidin şerkirin. Zarokên Êzidî li wir birçîn e, tazî ne. Lê malbata Şaşo pereyên Êzidiyan dixwe û li ser xwîna wan siyasetê dike. Zarokên xwe ji Kurdistanê anîne, li Elmanyayê dijîn. Divê hesab ji wan bê pirsîn. Ew ne dostên Êzidiyan e, dijber in. Êdî ti rêz û hurmeta Qasim Şaşo û Barzanî di nava vê civakê de nîne. Ji ber ku xiyanetê li vê civakê û baweriya wan dike. Divê Barzanî jî bi vê zanibe; çawa ku ev dinya ji Saddam û Kaddafî re nema, wê ji hevkarê wî Erdogan re jî nemîne."
Dûran destnîşan kir, ku divê Êzidî hemû destekê bidin YPG û HPG'ê û li dijî dîktatoriya Barzanî derkevin.
Hevserokê Mala Êzidiyan a Celle Derwêş Dûran da xuyakirin, ku ew dixwazin Şengal xweser be û got, "Em Êzidiyên li dîasporayê dijîn dixwazin Şengal xweser be. Em dixwazin Êzidî li dora Meclîsa Şengalê, YBŞ û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan tifaqeke xurt ava bikin. Em dixwazin sîstema li wê derê were xurtkirin. Daxwaza me avabûna Xweseriya Êzîdxanê ye. Û divê Êzidiyên li Ewropayê jî tevlî wê meclîsê bibe. Rêber Apo digot, 'Kurdistana bê Êzidî, bexçeyê bê gul e'. Em jî dibêjin, divê Êzîdxan bi rengê xwe di nava Kurdistana mezin de cih bigire."