Dersînorkirina Couvert, ne qanûnî ye
Dersînorkirina Couvert, ne qanûnî ye
Dersînorkirina Couvert, ne qanûnî ye
Di berxwedana Parqa Gezî de, derket holê aktîvîsta mafên mirovan a Fransî Elisa Marianne Couvert bi awayekî derveyî qanûnî hatiye dersînorkirin. Gava rayedarên Tirk roja Şemiyê ew dersînor kirin, li benda îtîraza Couvert jî neman. Li gorî Qanûna Mafê Ger û Bicihbûna Biyaniyan a li Tirkiyê ya bi hejmara 5683 ku ji biyaniyên tên dersînorkirin re demek tê naskirin, ji Couvert re nehat naskirin. Ne gihaşt ku Couvert alavên xwe jî kom bike û hevalê wê alavên wê negihand balafirê.
Elisa Marianne Couvert, li Şaxê Stenbolê ya Mafên Mİrovan 4,5 meh in staj dikir. Di 11'ê Hezîranê de bi armanca destekkirina karên şopandin û agahî stendinê ya komeleyê, çalakiyên Taksîmê dişopand, lê ji ber êrişa polîsan neçar ma xwe bavêje avahiya Partiya Demokrasî û Bindestan (SDP).
10 ROJAN DI BIN ÇAVAN DE MA
Couvert di serdegirtina polîsan a li vê derê de hat binçavkirin û 10 rojan li Navenda Dersînorkirina Penaberan a Kûmkapiyê hat ragirtin.
Couvert, ji ber ku li avahiya SDP'ê hat binçavkirin bi "endametiya rêxistina terorê ya derveyî qanûnan" hat sûcdarkirin û ji aliyê dadgeha hat darizandin ve serbest hat berdan. Tevî wê hemû biyaniyên hatin binçavkirin serbest hatin berdan, lê belê ew careke din ji aliyê polîsê Stenbolê ve bi sedema dersînorkirinê hat girtin. Dûre di 22'ê Hezîranê roja Şemiyê de Wezareta Karên Hundur biryara dersînorkirina wê da.
LI BENDA ÎTÎRAZÊ NE SEKINÎN
Der heqê biryara dersînorkirina Couvert de ji parêzeran re agahdarname nehat şandin, bi tenê polîsan agahî dan.
Parêzer Gulîzar Tûncer û Fatma Guneş, ji bo rawestandin û betalkirina biryara dersînorkirinê serî li Dadgeha Îdarî dan. Lê belê bêyî li benda biryara dadgehê were rawestîn, Couvert hat dersînorkirin.
NE LI GORÎ QANÛNA YE
Dersînorkirina Couvert li dijî Qanûna Ger û Bicihbûna Biyaniyan a li Tirkiyê ya bi hejmara 5683 hat kirin. Li gorî maddeya 19. a vê qanûnê "Di çarçoveya ewlekariya taybet û sedemên siaysî û îdarî, li ser daxwaza Wezareta Karên Hundur biyanî dikare di nava demekê de ji Tirkiyê were dersînorkirin." Lê belê ji Couvert re demeke bi vî rengî nehat dayîn, dema wê çê nebû alavên xwe jî kom bike. Polîsan saeta dersînorkirina Couvert ji hevalên wê yên li malê jî ranegihand. Gava ji wan re got jî êdî dereng bû, hevalê wê yê malê nekarî alavên wê bigihîne balafirê.
BIRYAR DI ROJA BETLANEYA FERMÎ DE HAT DAYÎN
Parêzer Gulîzar Tûncer der heqê mijarê de agahî da ANF'ê û diyar kir ku Wezareta Karên Hundur biryara dersînorkirinê di roja betlaneya fermî di 22'ê Hezîranê roja Şemiyê de daye û got, "Gelo dewlet ji bo wergirtina vê biryarê, disekinî?"
Parêzer Tûncer da xuyakirin ku, li gel tinebûna delîlan û sûcên der heqê wê de nehatin isbatkirin jî Elisa Marianne Couvert 10 rojan hatiye girtin û ev yek li dijî mafê ewlekarî û azadiya mirovan e, ku ev maf bi maddeya 5. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û maddeya 19. a Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin.
Tûncer bal kişand ser şert û mercên ragirtina li Kûmkapi û got, "Ji penaberên li vê navendê ji bo dersînorkirinê tên ragirtin, xwarineke baş û têr nayê dayîn, ji derve ve nikare xwarinê peyda bikin, li cihekî ne hijyen tên ragirtin, biyanî li cihekî girtî tên girtin, mafên serlêdana wan tên astengkirin, ji wan re mafên xwe parastinê nayên dayîn." Tûncer destnîşan kir ku ev yek binpêkirina maddeya qedexekirina êşkencê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.