Derket holê ku ji bo Tirkiye DAIŞ’ê biparêze bertîl daye!

Li gorî çapemeniya Amarîkayê, Tirkiye ji bo operasyona Reqayê direng bikeve Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê berê yê DYA’ê Flynn bikar aniye.

Li DYA’yê îdîayên nû yê di derbarê Mîchael Flaynn ê Şêwirmdiya Ewlekariya Netewî yê beriya hatina Donald Tûrûm û piştre ji erkê hate girtin de, derket holê. Di hefteyên dawî de têkildarî Flynn di çapemeniya Amarîkayê de gelek agahî cih girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa McClatchyê, Flynn bû sedem ku oparasyona Reqayê direng bikeve. Di nûçeyê de, Flynn ê ku Donald Trûmp ew erkdar kir, 10 roj mayî ji sondxwarinê re, daxwaza oparasyona rêveberiya Obama ya ji bo Reqayê red kiribû. Dîsa di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku di plana rêveberiya Obama de, li gel YPG’ê wê Reqa bê kontrolkirin.

Ne hat diyarkirin ku ji ber çima Flynn opersyona Reqayê red kiriye, xebatên lobiyê yên li gel Tirkiyeyê weke parçeyek ji vê tê nirxandin.

McClatchy, destnîşan kir ku Flynn di dema kampanyaya hilbijartinê ya Trûmp, li pêşberî 530 hezar dolar, ji bo Tirkiyeyê xebatên lobiyê yên veşartî kiriye.

Piştî ku Flynn ji erkê hate girtin û şûnde tîma Trûmp, li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk operasyona Reqayê hate erêkirin.

Yek ji nûçeya sosret a di derbarê Flynn de ku di New York Tîmes de cih girt. Li gorî nûçeya rojnameyê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê berê yê Qesra Spî Mîchael Flynn, beriya ku vê erkê bike, di lêpirsîna FBÎ’yê de bû. Derket holê ku tîma Trûmp diyar kir ku, Flynn ji berli ser navê Tirkiyeyê xebatên lobîyên veşartî dikir, têkildarî mijara di bin lêpirsîna fedaraliyê de ye agahî daye.

Flynn ê ku di 20’ê Çileyê de hate ser kar, bi hinceta ku têkiliyên wî bi Rûsyayê re heye ji erkê hatibû girtin. Lê li gorî agahiyên ku Wezîrê Edaletê dayî, diyar kir ku Koma Lynn Întel a ku kabîneya şêwirmendiya wî de, têkildarî Hikûmeta Tirkiyeyê xebatên lobiyê kirine.