Deriyê Til Koçer ji alîkariya însanî re hat vekirin
Deriyê Til Koçer ji alîkariya însanî re hat vekirin
Deriyê Til Koçer ji alîkariya însanî re hat vekirin
Nûnerê PYD'ê ye Silêmaniyê Dr. Muhammed Reşo diyar kir ku deriyê Til Koçer ê di navbera Rojava û Iraqê de berî niha bi çend rojan hat vekirin. Reşo der barê rexneyên Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî de jî got ku destûr nadin kes têkilî karê wan ê nevxweyî bibe û got, "Wê pirsgirêkên di navbera MGRK û ENKS'ê de di civîna sibe de zelal bibin."
Nûnerê PYD'ê yê Silêmaniyê Dr. Muhammed Reşo têkildarî rojevên der barê Rojava de ji ajansa DÎHA re axivî. Reşo diyar kir ku deriyê sînor ê Til Koçer roja Şemiyê hat vekirin û niha tenê destûra alîkariya mirovî, çûnûhatina rojnamevan û heyetan tê dayîn û da xuyakirin ku niha destûra bazirganiyê nayê dayîn. Reşo der barê îdîaya, "Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Til Koçer divê YPG, rêveberiya deriyê sînor radestî wezîfedarên rejîma Sûriyeyê bike" de got: "Ew hêvî û daxwazên kesên ku ev nivîsandine."
Reşo der heqê gotinên Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî de yên PYD şiband rejîma Baas û destûr nayê dayîn hin partiyên din li Rojava siyasetê bikin de wiha axivî, "Em destûr nadin kes têkilî karê me yê navxweyî bibe. Ew bi alîgirtiya aliyekî ve hewl didin wê bikin. Li Rojava tê xwestin ku rêveberiyeke demî bê avakirin. Mudaxeleyeke wiha nayê qebûlkirin. Têkiliya me bi tu dewletan re nîn e. Eger têkiliya hinekan hebe jî alîgirên wan in."
Rêşo der barê hevdîtinên ENKS û EGRK'ê de jî ev xusûs diyar kirin, "Ji bo tevlîbûna Rêveberiya Demî wê ENKS û Yekîtiya Siyasî di civîna sibê ya bi MGRK'ê re aşkera bike." Li ser pirsa ji bo tevlîbûna ENKS'ê ya ji rêveberiya demî re çi astengî hene Reşo bersiva, "Ji aliyê me ve tu astengî nîn in. Lê di aliyê wan de çi astengî hene em nizanin."