Di 8’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dederheqê du pirtûkan de biryara berhevkirinê hate dayîn. Pirtûkên ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatine weşandin, hatin desteserkirin ku yek ji wan otobiyografiya Nelson Mandela ya bi navê ‘Rêya Ber Bi Azadiyê Ve Diçe’’ û ya din ji ya ji nameyên Hayrî Dûrmûş ê ku bi têkoşîna xwe ya li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê tê zanîn. Polîsan da zanîn ku derheqê her du pirtûkên navborî de biryara berhevkirinê hatiye dayîn.
Her wiha beriya niha derheqê pirtûka Mahmût Aba ya bi navê ‘Dildarê Serkeftinê’ de jî biryara berhevkirinê hatibû dayîn ku heman pirtûk jî ji aliyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin.
Berpirsên Weşanxaneya Aranê nerazîbûnên xwe nîşanî polîsan dan. Xebatakara weşanxaneyê Newal Bûlût têkildarî mijarê axivî û got: ‘’Bi tenê pirtûkeke me bimîne jî em ê di pêşangehê de cihê xwe bigirin. Em ê bi cihê pirtûkên me yên hatine desteserkin ve nota ‘’Pirtûkên hatine desteserkirin’ daliqînin.