‘Derbekar hatin darizandin?’
‘Derbekar hatin darizandin?’
‘Derbekar hatin darizandin?’
Di salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de di mijara ‘Darbekar hatin darizandin?’ panelek hat lidarxistin.
Panel ji aliyê Hewldana 78’an li navenda Çandê ya Selahattîn Akçîçek pêk hat.
Axaftina yekemîn ji aliyê Servet Alî Çinar ê ji Hewldana 78’an ve pêk hat. Çinar diyar kir tevî ku 34 sal jî di ser derbeya leşkerî re derbas bûye hê darbekar nehatine darizandin û got ku wek mexdûrên vê demê ji bo berpirsiyar bên darizandin têbikoşin.
Paşê ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û mafê mirovan de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.
Di panelê de destpêkê bergesela bi navê ‘12’ê Îlonê çi ye? Kenan Evren kî ye?’ hat temaşekirin.
Di panelê de parêzer Arîf Alî Cangi û parêzer Senîh Ozay der barê darizandinên 12’ê Îlonê de agahî dan.
Orhanê di derbeya 12’ê Îlonê de hatibû girtin û li girtîgeha Amedê mabû tiştên ku wê demê jiyabûn vegot.