Derbarê polîsê 'tacîzkar' biryara 'bi zorê bînin' hate standin

Danişîna pêşî ya polîsê bi navê Ercan Uysaler ku li Şaredariya Mezin a Mêrdînê qeyûm ew kiribû midûr û ji 'fihûş'ê dihate darizandin çêbû. Uysaler neçû danişînê, biryar hate standin ku bi zorê bînin.

Polîsê Karmend Ercan Uysaller ê ku Qeyûm ew kiribû Midûrê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ku bi îdîaya "D.S., bi zorê berê wê daye fihûşê" doz li wî hatibû vekirin, beşdarî danişîna ewil nebû. Dadgehê xwest Uysaler bi zorê beşdarî danişînê bikin. 
 
Qeyûm Mustafa Yaman di mijdara 2016’an de bûbû qeyûmê Şaredariya Mêrdînê. Yaman di serdema xwe de polîs Ercan Uysaler kiribû midurê şirketa şaredariyê ya bi navê Kent. Polîs Uysaler tecawizî jinek xebatkara şaredariyê kiribû, piştre di raya giştî de deng vedabû. Der barê Uysaler de doz hatibû vekerin. Serdozgeriya Mêrdînê ku derbarê polîs Uysaler de ji ber tecawizê îdianameya bi sûcdariya “Êrîşa zayendiya hêsan” amade kir. 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê îdianame qebûl kiribû. Hatibû îdîakirin ku polîs Ercan Uysaler zor li xebatkara jin D.S.  kiriye ku tev li karê fihûşê bibe. Yekemîn danişîna dozê duh çêbû. Danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Mêrdînê hat dîtin. Di danişînê de hundirê salonê û pêşiya salonê tijî polîs bûn. Danişîna polîs Uysaler û di bin dorpêça polisan de pêk hat. Polîsê bersûc Uysaler û mexdûr D.S. beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên ku ji Bodrum a Muglayê hatin polîs Uysaler parastin. Gelek parêzerên jin û Endamên Platforma Jinan a Şahmaran jî beşdarî danişînê bûn. 
 
Di danişînê de rayedarên hikûmetê parêzerên ku D.S. biparêzin diyar nekir. Dîsa Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê jî nebû mudahila dozê û parêzer neşandin. Di danişîna dozê de parêzerê Polîs Uysaler xwest naveroka wê veşartî bê girtin. Lê heyetê ev daxwaza parêzer red kir. Parêzer parast ku Uysaler xwestiye tev li danişînê bibe, lê ji ber ku li Çorumê bi cih bûye, xwestine îfadeya wî bi talimatê bê stendin. 
 
Heyeta dadgehê derbarê Bersûc Uysaler de biryar da ku Uysaler bi zorê bînin danişînê û doz taloqî 9'ê Çile ya 2020'an bû.