Der heqê Tûncel de îdîaname hat amadekirin: 135 sal cezayê hepsê tê xwestin

Der barê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel de îdîaname hat amadekirin. Der heqê Tûncel de 135 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Îdîanameya der heqê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel de hat amadekirin ku 135 sal cezayê hepsê tê xwestin, ji hêla 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin. Tûncel, bi hinceta tevlîbûna 16 çalakî û aktîvîteyên salên 2012-2016’an, daxuyaniyên ku di civînên Meclîsa Partiyê de dayî û ji ber tevlî civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye, bi “endamtiya rêxistinê” û “propagandakirina rêxistinê” tê sûcdarkirin.

Rûniştina yekem a doza Tûncel wê di rojên pêş de eşkere bibe.

PARÊZER OZEN: EM Ê ÎTÎRAZ BIKIN

Ji parêzerên Tûncel Şivan Cemîl Ozen îdîaname nirxand, bal kişand li ser hewldana krimînalîzekirinê û got wê ji bo berdana Tûncel îtîrazên pêwîst bikin.