Der heqê qedexeya PKK'ê de çav li hikûmeta Elman e!

Der heqê qedexeya PKK'ê de çav li hikûmeta Elman e!

Li dû meşa "Bila destek ji pêvajoya aştiyê were dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" ya li paytexta Elmanya Berlînê, hemû awir zîvirîn ser hikûmeta Elman. Berdevkê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" Dr. Elmar Mîllîch, ku xwepêşandan organîze kir got, "Divê hikûmeta federal guh bide daxwaza "bila qedexe bê rakirin" a ji aliyê bi dehhezaran mirovan ve hat bilêvkirin."

Qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê, ji 26'ê Midjara 1993'an û pê ve di meriyetê de ye û dê îsal têkeve 20 saliya xwe. Ji bo rakirina vê qedexeyê, ku heta niha rê li ber cezakirina bi hezaran Kurdan, girtina bi dehan sazî û komeleyên Kurd vekir, saziyên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên Elman û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di 16'ê Mijdara 2013'an de li paytexta Elmanya Berlînê hatibûn cem hev.

Li dû meşa "Bila destek ji pêvajoya aştiyê were dayîn, qedexekirina PKK'ê bê rakirin" ya ji aliyê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" ve hat organîzekirin û di medya Elman de cihekî berfireh girt, hemû awir li ser hikûmeta Elman e. Berdevkê Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" Dr. Elmar Mîllîch ji ANF'ê re axivî û ji her kesên beşdarî meşê bûn û destek dan re spas kir. Dr. Mîllîch ji hikûmeta Elman xwest ku guh bide daxwaza "bila qedexekirina PKK'ê bê rakirin" a ji aliyê bi dehhezaran mirovan ve hat bilêvkirin.

‘RAKIRINA QEDEXEYÊ DÊ BANDORÊ LI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BIKE’

Dr. Mîllîch ragihand ku xwepêşandan bi hêz derbas bûye û ji bo rakirina qedexeyê peyameke girîng ji hikûmeta federal re hatiye dayîn û got, "Êdî dem haiye qedexeya 20 salan a tevgera azadiyê ya Kurd li Elmanyayê xistiye bin zextan, bê rakirin. Ji rabûna qedexeyê dê bandoreke girîng li pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Kurdistanê bike. Di rewşeke berevajî de dewamkirina qedexeyê jî dê polîtîkayên şer ên li dijî Kurdan xurt bike."

Dr. Mîllîch da xuyakirin ku rabûna qedexekirina PKK'ê, daxwaza gelek saziyên civakî yên sivîl, çep, demokrat û însiyatîfan e û got, "Em hêvîdarin dê hikûmeta federal guh bide vî dengî û mijarê têxe rojeva xwe. Dr. Mîllîch herî dawî destnîşan kir ku ewê weke "Tatort Kurdistan" ji bo rakirina qedexeyê, di demên pêş de giraniyê bidin kampanyayên cuda.

Însiyatîfa "Tatort Kurdistan" (Cihê Bûyerê) ji bo balê bikşîne ser rola Elmanya ya di şerê qirêj ê li Kurdistanê de, di sala 2009'an de ji aliyê komeke aktîvîstên Elman ve hat damezrandin. Însiyatîf bi taybetî ji bo rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyê û bidawîkirina çêkirina bendavên li Kurdistanê kampanyayan dimeşîne.