Der barê kuna ozonê de pêşveçûneke erênî!

Der barê kuna ozonê de pêşveçûneke erênî!

Rêxistina Meterolojiya Cîhanê (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), diyar kir ku asta ozona di atmosferê de ya serrûyê erdê ji tîrêjên ultra vîole yên rojê ku rê li ber pençeşêrê vedikin diparêze di van salên dawî de zêde bûye û kêm maye kuna ozonê bê girtin.

WMO li Ofîsa Cenevre ya NY, civîneke çapemeniyê li dar xist û di civînê de têkildarî asta civînê ya di atmosferê de aşkera kir. Li gor raporê,  hat ragihandin ku asta ozonê ji nû ve zêde bûye û kuna ozonê tê girtin û pêwîst e asta gaza karbondîoksît bikeve.

Ji yekeya Lêkolînên Zanîsta ya WMO Geîr Braathen, diyar kir piştî bikaranîna madeyên ozona li atmosferê kêm dike, kêm bûn kuna ozonê tê girtin. Braathen anî ziman ku di serî de Fluor klor hîdrokarbon (FCKW) madeyên zerarê didin tebaqeya ozonê kêm bûne û destnîşan kir ku Protokola Montreal a di sala 1987'an de hat îmzekirin bi ser ketiye..

Li gor Bernameya Hawîrdorê (UNEP) ya NY jî, bi saya ku li gor rêzikên Protokola Montreal xebat hatine meşandin, heta sala 2030’î wê 2 milyon kes ji pençeşêra çerm bên parastin.

Cara yekemîn di sala 1980’î de derketibû holê ku tebaqeya ozonê zirav bûye. Piştî vê ziravbûna ji erdê 15-20 kîlometreyan, li qutba bakur û başûr kunên ozonê çêbûn. Ji ber di qutba başûr de Germa hewayê kêm e kuna ozonê ya li vir zêdetir e.