Dengê Sêsed Sal Berê- Rêşad Sorgul
Dengê Sêsed Sal Berê- Rêşad Sorgul
Dengê Sêsed Sal Berê- Rêşad Sorgul
Bi rasthatina roja reş 15’ê Sibatê ez quncika xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihêlim. Min ev axaftina Rêberê Gelê Kurd a li Romayê kiribû di bernameya Stêrka Sibê de pêşkêş kir û ez bi awayekî nivîskî jî ji we re pêşkêş dikim.
“Wexta ez hatim Romayê tişta derket pêşiya min û tişta ez li bendê bûm ferq di navê de çêbû. Mîna her kurdekî min ê jî nasnameyek bigirta, lê paşê min dît, ez hatime girtin. Rojek du roj her ku çû min hinek rojnameyên tirkan xwend û min li nûçeyan guhdarî kir, min dît dibêjin, “Em dê herin Apo bînin”, tirk tev rabûne, tew hinekan ji wan digot “Em ê hema wî bi xavî bixwin.” Ya rastî, min ji xwe re got, ez ketim dest vana. Hevalên me di van şert û mercan de çend kaset şandibûn, kasetên klasîk bûn. Min li wan guhdarî kir, carekê min guhdarî kir, du caran guhdarî kir, ya “Delalê Derwêşî Evdî” bû. Hingê di dilê min de germahiyeke mezin çêbû, min pir kurdiya wê fêhm nekir, lê min nuqeteyek xweş fêhm kir. Ya rastî, Derwêşê Evdî egîdiyek kiriye, egîdekî kurd e, li dijî ereb û tirkên Osmanî bi qehremanî şer kiriye, ya herî xirab jî bi awayekî bêwext û bi awayekî nelayiq şehîd dikeve. Serokê wê demê yê kurdan e, wî dikujin û kurd bêserok dimînin.
Li vir Edûlê dengekî dide. Ya rastî, piştî ku min ew deng guhdarî kir, ez fikirîm, ji ber ku ez jî karê yekitiya azadiya jinê dikim, şerê tirkan jî dikim, seroktiyê jî dikim, hema hema hatime girtin û dijmin jî dibêje em ê wî bixwin. Min matmayî got ez û vî denga! Min xwe bi xwe got, ez ê vê çawa biçirînim, dor li min jî hatiye girtin, min got, gelo rast e, ez hatime girtin, hingê ji min re hinek xeber jî tên hevalên min ên herî qehreman li Moskovayê heval Tayhan û Jêhat bedenên xwe hemûyî didin ber agir û direqisin û heta dawiyê xwe dişewitînin bi slogana ‘Bêserok jiyan nabe, Serok ronahiya çavên me ye.’ negotine em diêşin jî, li aliyekî dibêjin zarokê sêzdeh salî xwe avêtiye nava ava germ, keçek sêzdeh salî li Îranê xwe şewitandiye, her roj xeberên xweşewitandinê û paşê gel Romayê tijî kirin û heft roj û heft şevan li ser lingan dipên, ne xew û ne xwarin. Ev hemû hatin ber çavên min.
Berê baweriya min bi hukûmeta Îtalyayê hebû, min digot hinekî demokrasî lê heye, min got mumkîn nîn e li vir lîstik bibe, lê bandora dijminên me jî li ser vir mezin e. Dijmin jî faşîstê tirk bi pêngaveke mezin bi ser vir de tê, min got tehlûke roj bi roj mezin dibe, dîroka kurdan careke din bi awayekî trajîk bi ser min de tê, çawa ku dibêjin dîrok ji tekerurê îbaret e, min got gelo dîrok careke din xwe dubare dike, hingê ez li ser gotina Edûlê pir fikirîm û li ser ketina Derwêşê Evdî sekinîm, min got divê em vê qederê biguherînin, ev qeder neguhere ewqasî xwîna şehîdan, şehîdên qehreman, çawa ku duwanzeh hevalên wî yek bi yek şehîd dikevin min dît hevalên li dora min jî yek bi yek xwe dişewitînin û hezarûpencsed suwar û gerîllayên me çawa bi qehremanî şer dikin û heman dijmin, ev dengê sêsed salî ji min re bû mîna ayeteke Quranê tu bi eşq bixwîne û tim guhdarî bike, min got kitêba kurdan ev e, îman ev e, ez hatim ser xwe, rewşa min ji hemûyan zehmetir e, lê min tiştekî din kir ku divê bizanibin, ew jî şêwazê min, usûla min a meşê ye ku tê de hinek tiştê taybet hene, eger van tiştên taybet neyên naskirin wê ji trajediya berê xirabtir bibe, jixwe şêst kesî xwe şewitand, eger min bi zorê ranewestandina wê kurdan hemûyan xwe bişewitanda. Edûlê û Derwêş dîrok û trajediya kurdan e. Min got ez ê çawa pêşî li vê bigirim. Li vir ez her roj bi pey fikrên nû ketim û min ji xwe re îmkanên jiyanê çêkirin. Kemal Pîr, Mazlûm, Xeyrî Durmuş û hevalên din bi rojiya mirinê bi hêsanî çûn, li ser min jî giraniya wan hebû, min jî hewl da ez bi wî awayî xwe bikujim, çend rojan jî min hewl da, min dît bi min jî xweş e, lê paşê min got tu çi dikî, ne dema wê ye. Min got ez ê çawa tehemul bikim, dema milyon di dilê te de bin tehemul zehmet e, tu nikarî jiyana bi milyonan di derekê de asêmayî bihêlî, timî ji te mehşerê dixwaze, ji te serhildanê dixwaze. Ya rastî, divê hunermendê me jî hinekî vê fêm bikin. Mesele ne ez im, mesele dîrokek e, trajediyek heye, dîroka kurdan careke din rabûye û tê pêşiya min, dibêje ez bi ser te de têm, ez jî dibêjim na, hela bisekine, min pir bi aqilî gav avêtiye, min gelekî mirin li ber çavan girtiye, jiyan heqê min e, divê vê carê eşq bi ser bikeve...”
Çavkanî: Azadiya Welat