Dengdayînê li derveyî welat destpê kir
Hilbijêrên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 26. îro dest bi dayîna dengan kirin.
Hilbijêrên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 26. îro dest bi dayîna dengan kirin.
Hilbijêrên li derveyî welat dijîn, ji bo hilbijartinên giştî yên serdema 26. îro dest bi dayîna dengan kirin.
Deng li sefaretxane yan jî konsolosên li bajarên cuda yên Ewropayê û li deriyên sînor tên bikaranîn. Tevî Elmanya ku herî zêde hilbijêr li vî welatî hene, li Belçîka, Awûstûrya, Danîmarka, Fransa, Swîsre û Qibrisê, hilbijêr wê heta 25'ê Cotmehê karibin dengê xwe bi kar bînin. Li 52 navendên cuda yên 21 welatên Ewropayê sindoq hatin danîn.
Li gorî bernameya ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bilind ve hatiye diyarkirin, cih û dema dengdayîna li derveyî welat bi vî rengî ye:
"Elmanya, Awûstûrya, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Swîsre, Qibris di navbera 8-25'ê Cotmehê de 18 rojan, li Awûstralya di navbera 16-25'ê Cotmehê de 10 rojan, li DYA di navbera 14-25'ê Cotmehê de 9 rojan, li Norwêcê di navbera 19-25'ê Cotmehê de 7 rojan, li Hollandayê di navbera 21-25'ê Cotmehê de 5 rojan, li Brîtanya û Romanyayê di navbera 22-25'ê Cotmehê de 4 rojan, li Bûlgarîstan, Îtalya, Kanada, Erebîstana Siûdî û Tirkmenîstanê di navbera 23-25'ê Cotmehê de 3 rojan, li Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bosna Hersek, Cezayîr, Îsraîl, Swêd, Kazakîstan, Kirgizîstan, Makedonya, Rûsya û Yewnanîstanê di navbera 24-25'ê Cotmehê de 2 rojan, li Arnavût, Azerbaycan, Bahreyn, Komara Çek, Çîn, Fînlandiya, Afrîka Başûr, Gurcîstan, Îran, Îrlanda, Spanya, Japonya, Qatar, Kosova, Qûweyt, Lubnan, Macarîstan, Misir, Ozbekîstan, Polonya, Sûdan, Tayland, Ûkrayna, Ûmman, Urdun û Zelanda Nû di 25'ê Cotmehê de 1 rojê wê deng bên bikaranîn."