Demokrasiya AKP’ê: Ji Karamehmet re serbest ji Tuncelê re qedexe
Demokrasiya AKP’ê: Ji Karamehmet re serbest ji Tuncelê re qedexe
Demokrasiya AKP’ê: Ji Karamehmet re serbest ji Tuncelê re qedexe
Balefira ku 10’ê Adarê Serok Komarê Tirk Abdullah Gul bire Swêdê ji Balefirgeha Enqere-Esenbogayê rabû. Di balefirê de li gel Gul û sê Wezîran Serokê Lijneya Rêveber ya Holdînga Çukuruvayê Mehmet Emîn Karamehmet jî hebû.
Piştî rojekê 11’ê Adarê heyeta ku di nav de Sebahat Tuncel jî heyî 3 parlementerên BDP’ê û nûnerên rêxistinên mafê mirovan pêkhat, ji bo peywirdarên dewletê yên 20 mehin di destê PKK’ê de bûn werbigirin biçin Başûrê Kurdistanê hatin Deriyê Sînor yê Xabûrê.
Balefira ku Gul û Karamehmet têde bûn li balefirgeha Swêdê ji aliyê balefirên şer yên JAS û li Balefirgeha Stockholm-Arlandayê jî ji aliyê Sefaret ve hate pêşwazî kirin, Tuncel jî deriyê Xabûr derbaz nekir.
Tenê aliyên hevpar yên Karamehmet û Tuncelê li ser herduyan jî qedexeya derketina dervey welat heye.
Piştî ku Serok Wezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan têkildarî Parlementera BDP’ê Sebahat Tuncel got, “Me hevdîtin bi dozger re kir, tişta pêwîst dê bê kirin” 10’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê bêy ku delîlekî nîşan bidin, li ser îfadeyên şahidekî veşartî û îtîrafkarekî ji endamtiya PKK’ê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatin birîn û qedexeya dervey welat danîn ser.
Karsaz Mehmet Emîn Karamehmet jî di dema serokatiya lijneya rêveber de ji ber ji Pamukbankê hinek kredî dane bikaranîn 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê, 471 milyon û 950 hezar lîra cezayê pere lê hatibû birîn. Hem dadgehê û hem jî Dadgeha Bilind qedexe danîbû ser çûyîn Karamehmet ya dervey welat.
Tuncela ku hewilda dîlgirtiyên 20 mehin di destê PKK’ê de bigehîne malbatên wan, destûr nedan sînor derbaz bike, Karamehmetê ku ji ber sûcên kirêt ku malek mezin xistiye bin zîmeta xwe de ceza girtiye bêy ku astengiyek jêre çêbikin di bin parastina dewletê de, li gel payebilindê dewletê hate Stockholmê.
Karamehmetê ku ji bilî Holdîga Çukuruvayê hevparê Turkcellê ye jî û karsazeke li Swêdê tê naskirin. Radyoya Swêdê (sr) dabû diyarkirin ku, di meha Kanûna 2007’an ji bo Ericsson komunîkasyona Swêdê îhaleyê ji Turkcellê bigire 3,2 milyon kron rûşwet pere daye Mehmet Emîn Karamehmet. Muhabîrên Radyoyê ji bo Ericsson ji Turkcellê îhaleyê werbigirin hevpeymana veşartî ya li gel fîrmaya bi navê Avor Investment Company bidest xistibû. Di peymanê de dihat gotin ger Ericsson îhaleyê bistîne dê sedê 10 komîsyonê bidin fîrmaya navbeynkar. Li gorî lêkolînên Radyoyê kirî derket holê ku bêy ku agahiya Turkcell û hevparê wê yê mezin Teliasonerayê pê hebe, fîrmaya mijara gotinê ji aliyê Karamehmet ve hatiye avakirin û da nîşan kirin ku, ew pere bi du teqsîtan dane Karamehmet.
Di navbera Holdinga Çukuruva ya Karamehmet û TeliaSonera Swêdê ji bo Turkcellê demek dirêje di navbera wan de tekoşînek heye. Çukurovayê di sala 2005’an de ji bo sedê 27,3’ê hîseyên Turkcellê bifiroşe TeliaSonerayê hevpeyman çêkiribûn, lê piştre biryara xwe paşve kêşan û firotin koma Altimo ya Rûsyayê. TeliaSonera li dadgeha tahkîm (ICC) ya girêdayî Odeya Bazirganiyê ya Navnetewî ya li Cenewreyê û DYA’yê doz vekir û doz qezenc kir. ICC biryar da ku Çukurova 952 milyon dolaran bide TeliaSonerayê. Tê texmîn kirin ku, dibe ji bo pirsgirêka di navbera Karamehmet û şîrketa TeliaSenra çareser bikin hatibin Stockholmê.
Lê belê nayê zanîn ku, li rexmî qedexeya dervey welat li ser Karamehmet heye jî çawa kariye li gel Serok Komarê Tirk bi heman balefirê bêt Stockholmê.
Desthilatdariya AKP’ê ya ku derketina dervey welat ya parlementerekî destnedana wî heye qedexe dike, neçare çima û çawa çavê xwe lêdigire ku Karamehmet derkeve dervey welat, ji rayagiştî re bêje.