Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Awustralyayê hevdîtinên xwe didomîne, diyar kir ku ger destnedan rabin, dê li hemberî dadger, di mijarên ku têde tên sûcdarkirin de parastina xwe bidomînin û wiha got: “Gelo dê ew jî dikaribin xwe biparêzin? Gelo dê bikarin bêjin; belê me dizî kir em dê dîsa bikin?
Li bajarê Sydney a Awustralyayê ji bo piştevaniya bi BDP’ê re bernameyek hat pêkanîn. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên partiya Lîberal û Partiya Karkeran a Awustralyayê, Yekitiya Niştînanî Kurdistanê (YNK) Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î), Partiya Komunîst a Îranê (Komela) Komeleya Şoreşgerên Kurdistan (Rojavayê Kurdistan) û nûnerên rêxistinên sivîl yên demokratîk tevlî bûn.
Hunermend Xanemîr di şevê de derket ser dikê û sirûda Ey Reqîp xwend û rêz hate girtin. Piştre vîrtuozê Rojihilatê Kurdistdanê Mustafa Karamî û hevalên xwe derketin ser dikê. Hunermend Çetîn Oraner jî bi stranên xwe gel coşand.
Piştre hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş axafrinek kir. Demîrtaş gel bi kurdî silav kir û dîroka girtina partiyên xwe vegot. Demîrtaş bal kişand ser operasyonên di bin navê KCK’ê de pêk tên û got hedefa yekemîn qirkirina siyasî ye.
Demîrtaş da zanîn ku berê bi girtina partiyan dixwestin dengê gelê kurd qut bikin lê vê carê bi girtina 8 hezar kurdî ku di nav de parlamenter, şaredar û rêveber, rojnameger, parêzer, parêzvanên mafê mirovan hene dixwaze encamê bigirin. Demîrtaş wiha got: “AKP ya ku ji bertekên navneteweyî ditirse dibêje; em BDP’ê negirin, em xebatkarên wê bigirin, ger mumkun be bila dewlet êdî negire, bila kurd bigirin’. AKP’ê vê fikrê diparêze.
Demîrtaş bal kişand ser fezlekeyên der barê rakirina mafê destnedana parlamenterên BDP’ê û wiha got: “Bila destnedana hemû parlamenteran rabe. Li meclisê 850 fezleke hene, nêzî 750 fezlekeyî der barê me de ne. Em jî dibêjin ku belê werin em destnedanan rabikin, lê ya hemû parlamenteran rabikin. Dema em derkevin pêşberî dadger em dê mijarên ku em têde tên sûcdarkirin dê biparêzin, gelo dê ew jî dikaribin bi parêzin? Gelo dê bêjin belê me dizî kir em dê dîsa bikin.”
Li Rojavayên Kurdistanê Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Li Başûr dewleta me heye. Li Rojhilat jî înşalah dê di demek nêz de be. Yekitiya me ji her tiştî girîngtir e. Destnedana 9 parlamenterên me rabikin dê çi bibe. Yekitiya Kurdan ji her tiştî girîngtir e. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan.”