Demîrtaş: Yên faşîst bila ji Colemêrgê bitirsin

Demîrtaş: Yên faşîst bila ji Colemêrgê bitirsin

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ku yên kampanya yek ziman û tirktiyê dimeşînin nikarin bikevin Colemêrgê û got, "Yên faşîst bila ji Colemêrgê bitirsin. Colemêrgî bi dilnizmî li faşîstan nanêrin."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterên BDP'ê îro li navçeya Colemêrg Çelê bi gel re hatin cem hev. Heyeta ji Parlamenterên BDP'ê yên Colemêrgê Esat Canan, Adil Zozanî, Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozal Uçer, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Necla Yildirim, Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedirhanoglû, endamê MeclÎsa Partiyê M. Sidik Yildirim, Hevserokên BDP'ê yên bajarê Colemêrgê, delegeyên KCD'ê û girseyeke qelebalix çûn serdana gundên Çelê. 

DIVÊ SEROKWEZÎR GAVÊN WÊREK BAVÊJE

Demîrtaş ji gundiyan re axivî û ji wan xwest, xwedî li pêvajoya çareseriyê derkevin. Demîrtaş diyar kir, ku ew bi gelê Kurd ser bilind in ku pêvajoya aştiyê bi rûmetî pêşwazî kiriye û got, "Bila kes nebêje, bi aştiyê re Kurdan dest ji ziman û daxwazên xwe berda ne. Ji xwe tiştekî bi vî rengî ne aştî ye. Ne zor e ku zarokên Kurd li van dibistanan perwerdeya bi Kurdî bibînin. Divê Serokwezîr êdî gavên wêrek bavêje û piştgiriyê bide pêvajoyê.

BILA GIRTÎGEH BÊN VALAKIRIN, GUND Û ZOZAN SERBEST BIBIN

Demîrtaş da xuyakirin, ku bi dîlgirtina bi hezaran ciwanên Kurd û valamayîna bi hezaran gundan aştî nabe û weha peyivî: "Ji bo aştî were, divê girtîgeh bên valakirin, gund û zozanên qedexekirî, wên serbestkirin. Eger li vê derê şer tineye, hingî bila ev tûgay ev alaya leşkerî jÎ ji vê der derkevin. Bi pêvajoya aştiyê re, divê kontrolên li ser rêyan bên rakirin. 

Demîrtaş bal kişand ser bendavên li Bakurê Kurdistanê tên çêkirin jÎ û got, "Eger ev bendav wê zerarê nede xwezayê û alîkariyê bide avdanê, hingî emê jî destekê bidinê. Lê em baş dizanin ku armanca çêkirina van bendavan ne ev e. Bİ destûra Xwedê, emê bi alîkariya gelê xwe li welatê xwe azad bijîn."
Demîrtaş bal kişand ser rewşa neyînî ya CHP û MHP'ê û destnîşan kir ku haya van partiyan ji rastiyên welêt nîne.

Demîrtaş ji van partiyan pirsa "Ji bo aştiyê hevdîtina dewletê ya bi Ocalan re çima şaş e? Nemirina mirovan çima şaş e?" kir.

YÊN JI BO TIRKÎTIYÊ ÎMZEYAN KOM DIKIN DIKARIN BÊN COLEMÊRGÊ?

Demîrtaş der heqê kesên kampanya îmzeyan a ji bo yek ziman û tirkîtiyê dimeşînin de ev xal destnîşan kir: "Werin van gotinên xwe li Colemêrgê bînin ziman. Ez dizanim ku ew "rewşenbîr" nikarin van gotinên xwe li Colemêrgê bînin ziman. Gelê Colemêrgê gelekî zane ye. Komîsyona Mirovên Aqilmend bi gulan pêşwazî kir. Yên faşîst bila ji Colemêrgê bitirsin. Colemêrgî bi dilnizmî nêzî faşîstan nabe."

Demîrtaş herî dawî destnîşan kir, ku eşq û evîna Kurdî û Kurdistanê ti carî ji dilê ti Kurdan nayê tinekirin.

Demîrtaş dûre bi heyeta pê re derbasî navçeya Çelê bû û li vê derê li nava gel geriya.