Demîrtaş: Ya hatiye girtin ne tenê ÎMC TV ye, parlamento ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêka telefonê tevlî weşana zindî ya ÎMC TV bû û got; “Ya hatiye girtin ne tenê ÎMC TV ye, niha parlamento jî bi awayekî praktîkî hatiye girtin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêka telefonê tevlî weşana zindî ya ÎMC TV bû, betalkirina lîsansên zêdetirî 20 qenalên televîzyonê û radyoyê ku bi biryara Serokwezîrtiyê pêk hat, nirxand.

Demîrtaş anî ziman ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê mîna firsendek ji bo sepanînên faşîzan tê bikaranîn, wiha dewam kir; “Ev pêvajoyek demkî ye, ti carî zext û zilm  mayinde nabin. Ya hatiye girtin ne tenê ÎMC TV ye, niha parlamento jî bi awayekî praktîkî hatiye girtin. Ji bo Tirkiyeyê, ÎMC TV yek ji dengên herî girîng ê mûxalîf e, qada ku ji bo Tirkiyeyê bi dest xistiye wê neyê girtin. Helbet ne mimkûn e ku vê rawestînin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku wek partî piştevaniya ÎMC TV dikin.