NÛ BÛ

Demîrtaş: Wê azadî bi ser keve

Peyama ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo civîna komê şandibû lê hatibû sansurkirin piştî 2 hefteyan gihîşt komê û îro hat xwendin. Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: "Wê azadî bi ser keve."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna xwe ya heftane li dar xist. Komcivîna HDP'ê bêyî hevserokên partiyê û 8 parlamenteran cara çaremîn pêk hat û vê hefteyê peyama ku Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandibû lê ancax piştî 2 hefteyan gihîşt komê û hat xwendin. 

Peyama Demîrtaş Serokwekîla Komê Çaglar Demîrel xwend. 

Di peyama Demîrtaş de wiha hat gotin:

"Hevalên min ên parlamenter ên hêja, rêveberên partiya me, endamên me, dost û kedkarên çapemeniyê yên hêja, ez we hemûyan silav dikim. Ev şertên ku tenê pênûs û kaxiza min heye ji ber kêmasiyan ez ji we lêborînê dixwazim. Li gel neheqî û zordariyên ku li ser me ferz dikin em li ser piyan in, bi coş in û gelekî baş in. 

Hevalên hêja Rojhilata Navîn, Mezopatamya û cografyaya Anatolyayê di bin êrîş û mudaxaleyekî dijwar de ye. Rêxistinên wehşet û tecawîzê yên wekî DAIŞ, El Qaîdeyê ku derketine holê bûne mekanîzmayên qirkirina çandî. Ev rêxistinên ku bi îdiaya îslamê derketine holê ne ji bo îslamê ne jî ji bo mirovahiyê tiştekî nakin berovajî vê êrîşî nirxên mirovahiyê dikin. Li Tirkiyeyê jî israra ji bo afirandina neteweya yek ziman û yek nasnameyê êrîşî ziman, reng û nasnameyên cuda yên vê axê dike. Yên ku dixwazin komar demokratîk bibe bi hincetên cuda wekî dijminên hundir, terorîst, xayînê welat tên sûcdarkirin û hatine tunekirin. Daxwaza guhertina demokratîk a welat bi şîdetê hatiye çewisandin, hunermend, akademîsyen, karsaz, siyasetmedarên muxalîf hemû hatine girtin. (...)

Di pêvajoya ev qas dîrokî de şaşîtiya herî mezin avakirina stratejiya neteweperest û mezehebperest e. AKP'e ev kir. Cihêtiya me wekî HDP'ê jî ji vir derdikeve holê. Di pêvajoyeke wiha de  ku neteweperestiyê, zayendperestiyê, mezhebperestiyê cografyaya me dorpêç kiriye  bi perpektîfa neteweya demokratîk tê fêmkirin ku ev çiqas nêzîkatiyekî pêwîst û jiyanî ye. 

Em ê bi moral û coşeke mezin di nava çar diwaran de jî têkoşîna xwe bidomînin. Neheqiyeke mezin li dijî me tê kirin lê em ê qêrîna xwe ya ji bo aştiyê bidomînin. Em dema ku li dijî vê yekê disekinin şîdet, çek û mirinê wekî çare nebînin. Em ê bi aqil, heyecan û hestan rêxistin bibin, zanebûna civakî pêş bixin û ji vê yekê derkevin.

Herî dawî ez spasiyên xwe pêşkêşî raya giştî ya hundir û derve dikim.

Ez hestên xwe yên piştevaniyê ji bo rêveberên Cumhuriyetê yên hatine girtin, kedkarên çapemeniya azad, hemû kadroyên çapemeniya azad, nivîskar û girtiyên siyasî yên li girtîgehan re dişînim."