Demîrtaş: Wan ne dibin bendê de di bin aştiyê de bihêlin

Demîrtaş ê ji bo nasandina namzetên parlamenteriyê yên herêma yekemîn a Stenbolê li Sultanbeylî bi gel re hat gel hev ji Serokkomar Erdogan re got: "Bela xwe ji gel veke, vî gelî te kir serokkomar lê ti hê jî bela xwe ji gel venakî.”

Demîrtaş ê ji bo nasandina namzetên parlamenteriyê yên herêma yekemîn a Stenbolê li Sultanbeylî bi gel re hat gel hev ji Serokkomar Erdogan re got: "Bela xwe ji gel veke, vî gelî te kir serokkomar lê ti hê jî bela xwe ji gel venakî.” Demîrtaş got: “Êdî çavên wî bi xwîn bûne. Ev dersa me 7’ê Hezîranê daye wî têra wî nekir. Lewma ez ji we dixwazim ku hûn 1’ê Mijdarê derseke baş bidin wî. Ez nabêjim wan di bin bendê de bihêlin. Ez weke wan erzan neaxivim. Wan di bin aştiyê de bihêlin.”

Di hatine cem gel a veguherî mîtîngê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa HDP” hatin gotin. Her wiha stranên hilbijartinê yên HDP’ê hatin gotin. Jinan bi fularên kesk û sor û zer ên li serê xwe girêdabûn qad rengareng kirin. Posterên kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin. Di mîtînga ku piştî axaftina vekirinê destpê kir, Hevserokên Rêxistina HDP’a Sultanbeylî Kifayet Yilmaz û Rustem Kandîlcî, kesên li qadê silav kirin û axaftineke kurt kirin. Hevserok Yilmaz xîtabî gel kir û got: “Tevî hemû zext û şîdetê hûn bi xêr hatin. Em ê ji kesên ku serketina me ya 7’ê Hezîranê hezm nekirin re 1’ê Mijdarê 2 qatê wê nîşan bidin.”

Piştî axaftina Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Cesîm Soylû, namzetên HDP’ê yên herêma yekemîn hatin danasîn. Dema danasîna namzetan de namzeta HDP’ê ya Stenbolê Serpîl Kemalbay wiha axivî: “Erdogan êrîş dike. Ji ber ku me ew nekir serok. Dişewitîne, hildiweşîne, lê nikare serî li me bitewîne.” Kemalbay, ji berxwedêrên Kurdistanê jî silav şand û got: “Em ê dîktatortiya Erdogan biavêjin nav sergoya dîrokê.”

Piştî Kemalbay, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê û di heman demê de namzeta herêma yekemîn Huda Kaya, diyar kir ku ji 7’ê Hezîranê û vir ve di nav 3 mehan de bê Tirkiye çawa xistin nav atmosferek aloz, tevahî gelê Tirkiyeyê dît. Bi dirûşma, “Erdoganê qatil”  cih bi cih axaftina Kaya qut bû. Kaya şerê ku AKP’ê li Kurdistanê da destpêkirin bibîr xist û wiha pirsî: “Ma ti exlaqê we tineye?” Kaya di axaftina xwe de, “Ji dojehe we ava kir, hûn destpêkê zarokên xwe direvînin” anî ziman û got ku ew ê van rojan derbas bibe û tişta ji gel standine wê dîsa ji wan bigirin. Huda Kaya, wiha berdewam kir: “Çiqasî canê me bêşe jî em alîgirê aştiyê ne. Wekî duh îro jî em ê ji bo aştiyê li ber xwe bidin. Ango em dixwazin kesên ku hatine pelçiqandin bibin rêberên cîhanê. Çawa di dîrokê de sultaya firewnan bi berxwedana kesên dihatin pelçiqandin ve bi erdê bû yek, em ê jî sultaya aştiyê ava bikin.” Kaya destnîşan kir ku her çiqasî dixwazin dengê HDP’ê qut bikin jî wê bi biryarî nûnertiya hêviyê û aştiyê bikin.

Piştî Kaya, bi çepik û dirûşman Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de gel silav kir. Demîrtaş spasiyên xwe anî ziman û got ku berî niha jî li heman qadê bû û soza, “Çiqasî zext li ser me hebin jî em dest ji tiştên ku em diparêzin bernadin” daye.

Demîrtaş ji Serokkomar Erdogan re got: "Bela xwe ji gel veke, vî gelî te kir serokkomar lê ti hê jî bela xwe ji gel venakî” û wiha dewam kir: “Êdî çavên wî bi xwîn bûne. Ev dersa me 7’ê Hezîranê daye wî têra wî nekir. Lewma ez ji we dixwazim ku hûn 1’ê Mijdarê derseke baş bidin wî. Ez nabêjim wan di bin bendê de bihêlin. Ez weke wan erzan neaxivim. Wan di bin aştiyê de bihêlin.”

Mîtîng bi govendê bi dawî bû.