Demîrtaş: Tecrîda Îmraliyê şermezar dikim

Selahattîn Demîrtaş ê rehîn, tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û slav da Leyla Guven.

Danişîna doza hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Dadgeha Cezayê Girana a 19'an a Enqereyê pêk tê.

ASTENGA LI BER ŞANDEYA NAVNETEWEYÎ

Li ser biryara ku 45 kes tenê wê bikaribin bikevin hêwana danişînê, polîsan nehiştin ku şandeya navnetewî û gelek kes bikevin hundir. Her wiha hate astengkirin ku nûçegihan jî bikevin hêwanê, destûr nehate dayin ku nûçegihananên qerta wan a zer tine, komputirê bi kar bînin.

Demîrtaş destpêka parastina xwe bal kişande ser giringiya bi zimanê dayikê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ya ku ev 35 roj in di greva birçîbûnê de ye slav kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

JI BO ŞANDEYA DADGEHÊ: DIVÊ HÛN XWE VEKIŞÎNIN

Demîrtaş wiha axivî:

''Hûn şandeya dadgehê bi hinceta ku hûn nikarin bêalî û serbixwe bin, divê vekişin, an na em ê daxwaza redkirina dadger bkin.

We xwe sparte twîttên ku ji ser hesabekî qelp ê Twîtterê hatî avêtin û ez dame girtin. Bi ser de ev delîl ji hêla wan kesan ve hate hazirkirin ku niha bi endamtiya cemeatê têne sûcdarkirin û we li ser vê ez dame girtin.''
Agahiyên berfireh tên...