Demîrtaş nerazîbûn nîşanî Dadgeha Destûra Bingehîn da
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî nerazîbûn nîşanî Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de ya nû da û ji Dadgeha Destûra Bingehîn re pirsî “Gelo dilê we heye ku hûn îstîfa bikin?”
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî nerazîbûn nîşanî Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de ya nû da û ji Dadgeha Destûra Bingehîn re pirsî “Gelo dilê we heye ku hûn îstîfa bikin?”
Nerazîbûna li dijî ‘mûafiyeta darizandinê’ zêde dibe ya ku AKP’ê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de cih dabûyê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî mijarê daxuyaniyeke kurt da.
Daxuyaniya Demîrtaş a têkildarî mijarê wisa ye:
“Hûn dibêjin Rewşa Awarte nikare Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de kontrol bike, nexwe em pirseke basît ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bikin: Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de gelo Dadgeha Destûra Bingehîn dikare were girtin û li dadgehên îcrayê werin peywirdarkirin?
Pirseke din, gelo di Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de dikare were gotin ku, ‘Li qada cemaweriyê vexwarina avê qedexe ye’? Heke were kirin wê kî vî tiştî kontrol bike? Pirseke din basît, gelo dilê we heye ku hûn îstîfa bikin?”