NÛ BÛ-Demîrtaş nehate berdan

Biryar hate dayîn ku Selahattîm Demîrtaş neyê berdan.

Rûniştina doza Hevserokê giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Enqereyê hate dîtin. Rûniştin li eywana Kampusa Girtîgeha Sîncayê hate kirin. Piştî parastina Demîrtaş, parêzerên wî mafê axaftinê wergirtin.

‘LI VÊ DERÊ HIQÛQ TUNE’

Parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman got ku, “Tê dîtin ku li vê derê hiqûq tune. Em dixwazin were tespîtkirin ku qeydên deng ên di çalakiyên ji bo KCD’ê de hatine kirin gelo yên muwekîlê me ye yan na, di heman demê de ji DBP’ê re muzakere were nivîsandin û peywirên Kamûran Yuksek çi ne bila were diyarkirin. Ji ber ku dixwazê bandorê li darizandinê bike, em dixwazin têkildarî wezîrê karê hundir Suleyman Soylû lêpirsîn were vekirin.”

Karaman diyar kir ku ew dixwazin Demîrtaş serbest were berdan.

BIRYAR

Heyeta dadgehê biryar da ku Demîrtaş neyê berdan û rûniştina bê taloqî 12-14’ê Kanûnê kir.