Demîrtaş: Nameya Ocalan ji 20 rûpelan pêk tê
Demîrtaş: Nameya Ocalan ji 20 rûpelan pêk tê
Demîrtaş: Nameya Ocalan ji 20 rûpelan pêk tê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, beşdarî Nûçe TV bû der barê nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye agahî da. Demirtaş, diyar kir ku Ocalan ji bo aştiyê û çareseriyê pêşnûmeya ku ji 20 rûpelan pêk tê amade kiriye û ji wan re nivîsaniye. Demîrtaş, da zanîn ku di nameyêde der barê BDP, Qendîl û Ewropayê de nirxandin hene û dê hewl bidin ku nameyê biginin muxatabên wê yên din. Demîrtaş, anî ziman ku piştî partiya xwe kom bikin û li ser nameyê nirxandin û pêşniyarên xwe bikin dê encamê ji Îmraliyê re ragihînin.
Heyeta BDP'ê piştî di 23'e Sibatê de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, Rêbere Gelê Kurd Abullah Ocalan der barê çareseriyê û aştiyê de nameyek ku ji 20 rûpelan pêk bi boneya bigêje BDP'ê, Qandîl û Ewropayê şand. Nameya ku ji BDP'ê rehat şandin gihişt destê BDP'ê. BDP'ê piştî nameyê civîna partiya xwe pêk anî. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, beşdarî Nûçe TV bû der barê nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re şandiye agahî da. Demirtaş, diyar kir ku Ocalan ji bo aştiyê û çareseriyê pêşnûmeya ku ji 20 rûpelan pêk tê amade kiriye û ji wan re nivîsaniye.
Demîrtaş, anî ziman ku Ocalan ji BDP, Qendîl û Ewropayê re name şandiye û dêkildarî wan nirxandin kirin. Demîrtaş da zanîn ku piştî wan name girt û nirxand ji bo ku name bigêje muxatabên din dê di nava hewldanan de bin û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo çareseriyê pêşnûmayekê amade dike. Em dê pêşniyaren xwe amade bikin û bi heyeta sêyemîn ji Îmraliyê re bişînin. Helwest û sekna gelê me dê diyarker be. Divê gelê me baldar û hişyar be. Divê vê hevdîtina li Îmraliyê wekî ku her tişt pêk hatibe û çareserî dê pêş bikeve nenirxînin. Ev gavên ewil in. Divê pajoyê pir baldar û hûr bişopînin. Divê rêxistinbûnaxwe xurt bikin. Divê amadekariyên 8'ê Adarê û Newrozê bi coş û heyecana herî mezin pêş bixin.
Serokê KONGRA GEL Remzi Kartal jî tev li Nuçe TV bû û diyar kir ku ew wekî tevger Ocalan wekî nûner û muhatabê gelê kurd Ocalan dibînin û dê li hemû perspektîf û pêşniyariyên wi guhdar bikin û pêk bkînin. Kartal, anî ziman ku hemû gelê kurd yek e û Qandîl Ewropa u Trikiye tune. Hemû yek perçeye. Kartal berxwedana gel a li hemberî operasyonan a li Gever û Licê jî silav kir û anî ziman ku ev pir bi wate ye.