Demîrtaş: ji kurdên mirî jî ditirsin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş li meclisê piştî sondxwarinê axivî û gotinên AKP’ê bi tundî rexne kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş li meclisê piştî sondxwarinê axivî û gotinên AKP’ê bi tund rexne kir. Demîrtaş da zanîn ku AKP ji sedî 49.5 na sedî 99b5 jî deng bigire bêexlaqe û wiha got: “Hikûmet ji aliyê ferasetek ku bûye çel tê birêvebirin. Hûn ji cenazeyên me ditirsin. Berê kurdê herî baş yê mirî bû, niha ji kurdên mirî jî ditirsin.” Demîrtaş bang li civaka Tirkiyeyê kir û got, “Kurd xwe xelas dikin, werin hûn jî tevli xilasiyê bibin.” Demîrtaş ji Davutoglu re jî got, “Ne Serfermandar, tu biçe Cizîr, Silopî û Sûrê.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahttîn Demîrtaş piştî ku li meclisê sond xwar civîna çapemeniyê li dar xist. Demîrtaş da zanîn ku dê di kongreya KCD’ê de mirin û êrîşên ku pêk tên binirxînin.

AKP JI BILÎ XWE JI TU KESÎ RE MAFÊ JIYANÊ NADE

Demîrtaş bi bîr xist ku ji aliyekî ve ji 4 navçeyan her roj agahiyên binpêkirinan tê û wiha got: “Êdî binpêkirinên ku AKP’ê pêk tîne xwîna min nade rawestandin, ez matmayî namînim. Me vana berê jî dît. Ji ber ku mirinan ewqas normal dike û di bin navê tu PKK’î yî, mirinên leşker, ciwan, jin û zarokan êşek mezin dide me. AKP ji bilî xwe mafê jiyanê nade tu kesî.”

WEHŞETEK HEYE

Demîrtaş da zanîn ku li rûyê wezîran mêze dikin û behsa van binpêkirinan dikin û wiha dom kir: “Lê yek ji wan bertekek mirovahiyê nade. Wehşetek ku 7-8 roj in pêk hatiye didome. Taybet Înan 8 roj berê li Silopiyê ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. 8 roj in cenazeyê wê li kolanan e. Îro cenazeyê wê hat girtin. Hevjina wê û xizmên wê yên ku xwestin biçin cenazeyê wê bigirin jî rastî êrîşa sekvanan hatin. Li dijî vê wehşetê parlemento jî bêdeng e. 8 Roj in ku nahêlin cenaze bê girtin ev mirovatiyek çawaye? Ji miriyek çi dixwazin. Em li bendê ne ku Davutoglu bersivek bide me.”

DÊ ZAROKÊN CIZÎRÊ VÊ YEKÊ JI BÎR NEKIN

Demîrtaş got ku vana tiştên ku bên jibîrkirin nîn in û wiha pêda çû: “Dê teqez rojek vî şerî bi dawî bibe. Lê kesên ku vê wehşetê kirine neyên jibîrkirin. Serfermandar û fermandar ne li wêderê ne? Wê demê hûn çima li Silopiyê ji cenazeyê jinekî ditirsin.”

‘YÊN KU MANŞETÊN HEQARETÊ DAVÊJIN, QASÎ QAXIZÊ DESTŞOYÊ JÎ NIRXÊN WE NÎN E

Demîrtaş got ku AKP ji sedî 49.5 na ji sedî 99.5 deng bigire jî bêexlaq e û ev tişt got: “Hikûmetek ku rêveberiyek e nirxên xwe yên mirovahiyê winda kiriye ye. Piştî ku êrîşê goristan û mizgeftan dikin, medyaya tetîkêş ku girêdaye wan e wekî ku ji aliyê PKK’ê ve pêk hatiye nûçeyên derewîn servîs dikin û dibin hevparê vê sûcê. Qasî qaxizek destşoyê jî nirxê van kesan nîn e. Hûn ji cenazeyên me ditirsin. Berê kurdê herî baş ya mirî bû, niha jî ji kurdên mirî jî ditirsin. Ev welat dawiya têkçûna we ye.”

BANGA LI CİVAKA TİRKİYEYÊ

Demîrtaş bang li civaka Tirkiyeyê kir û ev tişt got: “Banga me banga ku kurd tên qetilkirin me xilas bikin nîn e. Kurd xwe xilas dikin û hûn jî werin tevli vê xilasbûnê bibin. Em li dijî faşîzmê heta dawiyê li ber xwe didin hûn ji tevli bibin.”

‘SERFERMANDAR NA BILA DAVUTOGLU BIÇE’

Demirtaş anî ziman ku Serokwezîr dibêje ew gelê Cizîr û Silopiyê xilas dike û wiha bi lêv kir: “Serfermandar na tu biçe wêderê. Madem tu gel rizgar dikî wêdemê tu biçe. Dê qehremanên têkoşîna rizgariyê ya gel Davutoglu wekî ku heq dike pêşwazî bike.”

HEVDÎTİNA BI LAVRO RE

Demîrtaş pirsa operasyonên PYD’ê ya li Cereblusê ya di hevdîtina bi Lavro re aniye ziman an ne jî bersivand û ev tişt got: “Ez û heyeta nûnertiya PYD’ê nakin. Partî û şaxên wan hene ew daxwazên xwe tînin ziman. Kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşînek bi bandor didin meşandin. Ger cîhan bixwaze ji DAIŞ’ê rizgar bibe wê demê divê piştgiriyê bide hêzên herêmî.”