Demîrtaş: Ji hevserokatiyê re ez ê nebim namzet

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku HDP wê bi kongreyê re mezintir bibe û got, di kongreyê de ji bo hevserokatiyê ew ê nebe namzet.

Endamên Desteya Rêveberiya Navendî û parlamenterên HDP'ê, bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li Amedê li hev civiyan. Kemalbay di civînê de nameya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xwest, ku ji 4'ê Mijdara 2016'an û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê girtî ye. 

Demîrtaş di destpêka nameya xwe de bi hezkirin û hesretê silavên xwe ji beşdarên civînê re şand û got, "Zêdeyî saleke bi rengekî ne qanûnî tevî bi hezaran hevalên xwe weke dîlgirtiyên siyasî têm girtin. Der heqê min de zêdeyî 30 doz hatine vekirin, lê di yek ji wan de jî min dernexistin pêşberî dadgeriyê. Li hemberî min, feraseteke zordar û tolhildana siyasî heye.

Dixwazim hûn hemû zanibin ku min, hevalên min û partiya min ji dil ji siyaseta demokratîk bawer kirin. Ji bo demokratîkbûna komarê, ji bo parastina nirxên aştî, edalet, wekhevî û azadiyê, ji bo dawîanîna li talankirina kedkaran, bindestan, jin û ciwanan, ji bo jiyaneke bi dilaram û biratiyê ya Kurd, Tirk, Sûnî, Elewiyan em têkoşiyan û em têdikoşin.

Bêguman xeta me ya siyasî, sekna me, gotin û çalakiyên me ji ya gelek partiyên din cuda ye. Me siyaset ji bo rantê, meqamê, ji bo malbatê ya jî berjewendiya derdorê nekir. Her yek ji me parçeyek ji bindestên li Tirkiyeyê ne û tevî gelê xwe yê xizan û bindest me bi dayina berdêlan partiya xwe gihand vê asta bi hêz. Ligel tawanbariyên qirêj ên ji desthilatariyê li dijî me tê kirin, em 'ne cihêkar in, ne jî terorîst in'.

Em ewladên gel in ku ji bo demokratîkkirina her santîmetreçargoşeya Tirkiyeyê têdikoşin. Gelek siyasetmedar û şaredarên li dora desthilatdariyê civiyane û bi dizî, gendelî û rantê bi trilyonan pere birine nayên darizandin; lê ez û bi hezaran hevalên min bi rengekî neheq û ne hiqûqî girtî ne.

Em timî serbilind bûn ku ji bo gelê xwe vî berdêlî bidin û me got ev yek ji bo me şerefa herî mezin e. Li şûna ku namerdî, zilm û diziya gel bikin, em bi girtina li ser navê gel razî ne. Di vê demê de ku Tirkiye bi rejîma zordar a antî demokratîk a Rewşa Awarte tê birêvebirin, ez bawerim ku weke civaka Tirkiykeyê em dest bidin hev, dikarin vê rewşê di nava demokrasiyê de çareser bikin. Partiya min HDP ku hevserokatiyê jê re dikim, wê di vê rêwitiya demokrasiyê ya Tirkiyeyê de ji her demê bêhtir tevkariyê bike."

Demîrtaş destnîşan kir ku partiya wan wê di kongreya xwe ya asayî de ku 11'ê Sibatê wê were lidarxistin, di siyaseta demokratîk de dest bi pêngaveke nû bike, li dijî reşbîniyê wê hêviyê mezin bike û bi gotina 'Dîsa û ji nû ve HDP'ê hê bi xurtî rêwîtiya xwe bidomîne. 

Demîrtaş got, "Kongreya me, ji bo nirxandina 2 salên me yên dawî ji aliyên erênî û neyînî ve wê firsendên girîng bide me. HDP, bêyî ku tawîzê ji xeta xwe ya siyasî û bernameya xwe bide, wê bi gotineke nû, bi çalakiyeke nû û bi kadroyên nû xwe ji 2 salên bê re xurt amade bike.

Weke şexs, ji bo serketina partiya me HDP'ê çi ji destê min bê ez ê bikim. Şert û mercên ez tê de me çi dibin bila bibin, ez ê di emrê partî û gelê xwede her tim bibim xizmetkarê têkoşîna demokrasiyê."

Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo bi xurtî dest bi serdema nû ya têkoşîna siyasî bikin, ji bo çanda demokratîk bidin siyasetê, hişmendiya siyaseta bi navê gel bi pêş bixîne û bi hevalên nû, bi kelecaneke nû rêwîtiya xwe bidomînin, di vê kongreyê de ew ê ji bo Hevserokatiya Giştî nebe namzet.

Demîrtaş got, "Em ne ew mirov in ku ji bo cih û meqaman tevdigerin. Em mirovên bi erk û berpirsyar in. Rewşa fermî ya partiya me, her wiha ji aliyê hiqûqî ve destûr neyê dayin jî, ez ê bi hişmendiya berpiryariya Hevserokatiya Giştî xizmetê ji HDP'ê û we gelê me yê hêja re bikim. Ya ji destê min tê ez ê hewl bidim hê çêtir bikim. Bang li jin û ciwanên ku ji siyaseta demokratîk bawer dikin û bala wan li ser e dikim, ku di nava HDP'ê de bi berpirsyariyê rabin.

Ji bîr nekin, kesekî weke min ku beriya 27 salan weke zarokê malbateke karker a xizan cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt, tenê bi destek û baweriya gel 8 salan wezîfeya Hevserokatiya Giştî kir."

Di dawiya nameya xwe de Demîrtaş ji niha ve Kongreya Mezin a HDP'ê li hemû gelan pîroz kir û got, "Em ê teqez bi ser bikevin."