Demîrtaş: Ji bo heyetê dê di demek nêz de emê serî lê bi din

Demîrtaş: Ji bo heyetê dê di demek nêz de emê serî lê bi din

Li gorî agahiyên di kulîsan de tên nîqaşkirin ji bo heyata duyemîn biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne nîqaşa nav ji holê rabûye. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji DÎHA'yê re axivî û diyar kir ku ji bo navên biçin Îmraliyê piştî nîqaşên di nava partiyê de ew gihiştine encamekê û wiha got: "Em ev amadekariya xwe jî ji wezîr re ragihand. Lê hêj me serlêdana xwe ya fermî nekiriye. Em dê di demek nêz de bikin."

Piştî Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat çûn Gireva Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, nîqaşên têkildarî heyat duyemîn de berdewam dikin. Li gorî agahiyên di kulîsan de tên vegotin qirîza bi vetoya Erdogan a hinek nava ji holê rabûye. Piştî qirîzê di navbera AKP û BDP'ê de di 12'ê sibatê de hevdîtin pêk hat. Li ser navê BDP'ê Ahmet Turk û Sirri Sakik û li ser navê AKP'ê jî Mehmet Şahîn û Yalçin Akdogan hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de li ser qirîza nav nîqaş hatin kirin. Di heman demê de agahî dan Wezîrê Dadê jî. Li gorî agahiya di kulîsan de tê gotin di hevdîtinê de li ser 3 navan lihev hatin çêbû. Ev nav Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Serokwekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan in.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî pêvajoyê û nîqaşa navan ji DÎHA'yê re nirxandin kirin. Demîrtaş, diyar kir ku nîqaşên hatin kirin ji wan nebûn û di nava pêvajoyê de derketin û wiha got: "Hate fêmkirin ku xitimandin ji ber polîtîkayên hikûmetê bûn. Hikûmet ji bo vê xitimandinê bavêje ser BDP'ê nîqaşa navan da destpêkirin. Em ji hikûmetê re peyamekî vekirî da. Heke bêyî BDP'ê bixwazin pêvajoyê bibin li wir tu şertên me tunene û ew dixwazin biçin. Em ev yek vekirî ji wan re got. Em dîsa ji wan re got, ligel vê yekê heke ew bixwazin pêvajoya Îmraliyê pêk bikeve me amadekariya heyetê kir û heke destûrê bidin em dikarin biçin. Em got em ji bêyî me û bi me re hevdîtinan bikin amade ne." Demîrtaş, daxuyaniya Erdogan a ku dibe ku heyet di nava vê hefteyê de biçe Îmraliyê bi bîrxist û wiha axivî: "Di dema destûr bê dayîn de amadekariyên me yên navên serî lê bidin heye. Di vê mijarê de me di Meclîsa partiyê û koma partiya xwe de ew nav zelal kirin. Di dawiyê de biryar ya me ye. Em ev amadekariya xwe jî ji wezîr re ragihand. Lê em serlêdana fermî nekiriye. Em dê di demek nêz de bikin."

Demîrtaş, da zanîn ku nêzîkahiya AKP'ê ya li hemberî pêvajoyê zelal e û di raman û nêrîna AKP'ê de tu guherîn tuneye û wiha pê de çû: "Di encama zordariyekê de derbasî hameleyekî taqîkê ya nû bûye. Em di vê mijarê de zelal in. Heke xwastiban bi kurdan re ketiban nava pêvajoyekî aştiyê ya dîrokî, divê hikûmeta AKP'ê li hemberî qetilkirina hevalê me Şahîn Oner bêdeng nemîn e. Divê demildest polîsên qatîl ji peywirê hatiban girtin û lêpirsîn daba destpêkirin. Lê li şuna vê yekê ji bo polîs ciwanên kurd qetil bike û wan wêrek bike walîtî daxuyaniyê dide û hikûmet li hemberî vê yekê bêdeng dimîn e. Ev yek nîşaneya ramana AKP'ê nehate guherîn e."

Demîrtaş, bilêv kir ku ligel hemû geşedanên pêk hatin pêvajoya muzakereyan jî weke perçeyekî têkoşînê dibînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber vê yekê, heke Birêz Ocalan bixwaze pêvajoya muzakereyê bide destpêkirin em dê her tim li pişt vê yekê rastin û ji ber vê yekê me piştgirî da heyeta duyemîn biçe Îmraliyê. Yanî em baweriya xwe bi AKP' na bi Birêz Ocalan tînin. Ji ber vê yekê di pêvajiya aştiyê de AKP baweriyê nede jî ji ber baweriya me bi Birêz Ocalan tê em dê pişt vê yekê rawestin. Ev yek nayê wateya dê li hemberî zilma AKP'ê bê deng bê mayîn. Gelê me li her derê ye. Divê li hemberî zilim û faşîzmê berxwedana xwe ya rewa nîşan bidin."