Demîrtaş: Heta siyaset azad nebe çek nayên berdan

Demîrtaş: Heta siyaset azad nebe çek nayên berdan

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, helwesta dewletê ya li hemberî 15'ê Sibatê û hevdîtinên li Îmraliyê rexne kir û xwest hikûmeta AKP'ê durist û samîmî tev bigere. Demîrtaş qetilkirina Şahîn Oner yê 19 salî jî şermezar kir û diyar kir ku, dewlet careke din li Amedê bûye qatil û berpirsyarê vê yekê Walî, midûrê Polîsan û Wezîrê Navxweyî ye. Demîrtaş pêvajoya muzakereyan û astengiyên li hemberî BDP'ê jî rexne kir û diyar kir ku, heta siyaset azad nebe çek nayên berdan û pêvajo pêş nakeve.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê ya Meclisê de pêvajoya hevdîtinên li Îmraliyê û 15'ê Sibatê nirxand. Demîrtaş diyar kir ku, niha li Tirkiyeyê nîqaşa sereke hevdîtinên Îmraliyê ye û wiha got: "Di 15'ê Sibata 1999'an de Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployekê revandin û anîn Tirkiyeyê. Wê demê hikûmetê digotin 'Me serkeftinek bi dest xistiye'. Lê di navberê re 14 sal derbaz bû, tu gavên çareseriyê nehatin avêtin. Niha di merhaleyek cuda de ye. Niha hikûmet li Îmrahiyê hevdîtin dike. 14 sal derbas bûn, lê pêvajo nû tê destpêkirin. Tenê 14 sal winda nebûn. Bi hezaran can winda bûn. Bi hezaran êş ket dilan. Dîsa her çend dereng mabe jî divê ji niha û şûnde em gavek nû bavêjin. Her çend dereng mabe jî dîsa ev pêvajoya muzakere û diyalogan em piştgiriyê didin û dixwazin pêş bikeve."

Demîrtaş anî ziman ku, kesên li Îmrahiyê hevdîtinê dikin di salvegera komployê de ciwanên 15'ê Sibatê şermezar dikin qetil dikin û wiha berdewm dike: "Pêr polîsan ciwanê bi navê Şahîn Oner ê 19 salî qetil kirin. Destpêkê Walî daxuyanî dide û dibêje bombe di destê wî de teqiya. Lê piştre derket holê ku maşîna zirxî lê xistiye û piştre bêyî ku wî bibin nexweşxaneyê û li gel ambulans hatiye cihê bûyerê jî, nebir nexweşxaneyê û li Qereqolê jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Navxweyî, Walî u Midûrê polîsan berpirsyarê vê yekê ye. Dewlet duh dîsa li Amedê bû qatîl. Di raporê de derket holê ku maşîna zirxî di ser Şahîn Oner re derbas bû û parsuyê wî şikestiye û miriye. "

DIVÊ HÛN VÊ PÊVAJOYÊ VEBÊJIN

Demîrtaş xwest bi lezgîn Waliyê Amedê û Midûrê polîsan yê Amedê û Wezîrê Navxweyî vê yekê aşkere bikin û wiha berdewam kir: "Hûn vê yekê çawa dinirxînin? Ciwanên komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin tên qetilkirin. Li aliyekî li Îmraliyê hevdîtin dikin li aliyê din ciwanên ku 15'ê Sibatê şermezar dikin qetil dikin. Ev çawa gavên çareserî û aştiyê ye. Kî pêvajoyê dixetimîne? Pêvajo dê bixetime. Kesên dibêjin hûn pêvajoyê dixetimînin, lê li Amedê bi panzêrê ciwanên 19 salî qetil dikin. Gelo niha kî ye yên pêvajoyê dixetimînin. Hevserokê KCD'ê Birêz Ahmet Turk di axive dibêjin ji ber tu axivî te pêvajo xetimand. Wê demê bila nivîskar û rojnameger vê rastiyê bibînin û rastiyê bi civakê re parve bikin. Kî pêvajoyê çawa dixetimîne bila binivîsin."

'JI BO ÇEK BÊN BERDAN DIVÊ SIYASET AZAD BIBE'

Demîrtaş destnîşan kir ku, aştî êdî ne pirsgirêka Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pirsgirêka hemû herêmê ye. Ji ber vê yekê em di nava hewldan û têkoşîna ku em dê çawa aştiyê bînin Tirkiye û herêmê de ne. Ji bo çek bi dawî bibin, divê siyaset azad bibe. Ger ku siyaset ne azad be çek azad nabin. Heta ku siyaset azad nebe çek nayên berdan. Em ji bo siyaset û muzakereyan hene. Ger ku hûn bixwazin siyasetmedaran ji nasname û vîna wî dûr bixin û piştre bêre muzakereyan bikin, ev yek encamê bi dest naxin. Em nabêjin ku BDP neçe Îmraliyê dê her tişt xilas bibe. Em dibêjin hewce be em dikarin li derve jî piştgiriyê bidin pêvajoya Îmraliyê. Em dîsa dibêjin ne ji ber me pêvajo tê xetimandin. Ger ku dîsa dê hevdîtin li Îmraliyê bên kirin bila bên kirin em dê li derve piştgriya xwe bidin wan. Em nabêjin îllahî em dê biçim Îmraliyê. Lê em li dijî feraseta ku dixwazin pêvajoyê li gorî xwe bi rêve bibe û araste bikin in.

'YÊ KRÎZÊ DERDIXE AKP YE'

Demîrtaş da zanîn ku, ger dixwazin vê krîza hikûmet ava dike ji holê rakin ew amade ne ku piştgiriyê bidin û wiha pêde çû: "Em naxwazin û destûr nadin ku BDP'ê wekî amûra krîzê nîşan bidin. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê pêş bikeve. Em dixwazin pêvajo zelal û samîmî pêş bikeve. Li gel hemû hewldanên me meh û nîvek e hevdîtinên Îmraliyê pêk nehatine. Niha hinceta keştî xerabe ye heyetê naşînin Îmraliyê. Lê yê xerabe Erdogan bi xwe ye. Pêvajo bi vê feraset û hişmendiyê pêş nakeve. Civaka Tirkiyeyê 30 salin li benda vê aştiyê e. Her ku dem dirêj bibe û dem têkeve navberê dê provokasyon jî zêde bibin. "

'LI ŞÛNA HEZAR CERDEVANÎ HEZAR KARKERÊN DARISTANÊ BIGIRIN'

Demîrtaş kadrodayîna cerdevanan jî rexne kir û wiha got: "Li şûna hûn hezar kadro cerdevan didin çewlîkê kadroya hezar karkerê daristanê bidin Çewlikê. Bila dar bên çandin aştî pêş bikeve. "

'DIVÊ MAKEQANÛNA NÛ JI ALIYÊ HEMÛ TIRKIYEYÊ VE BÊ QEBÛLKIRIN'

Demîrtaş li ser makeqanûna nû jî rawestiya û got: "Salek û nîve komîsyona lihevkirinê ya makeqanûnê xebatê dimeşîne. Em dixwazin makeqanûna gel ya sivîl û demokratîk bi tevlêbûna hemû partiyên siyasî yên li meclisê û dervê meclîsê bi lihevhatinekê ava bikin. Divê komîsyona li hevhatinê xebata makeqanûnê pêş biçe. Ger ku komîsyon nerîn, pêşniyar û makeqanûnên hemû partî, saziyên sivîl rêxistin û nûnerên gel li ber çavan nagire makeqanûna demokratîk pêk nayê. Divê hemû ziman azad bin. Îro li Tirkiyeyê zimanê tirkî jî ne azade. Tiştê em diparêzin, parastina hemû ziman, bawerî, çand û nirxên civakê ye. Divê mafê rêxistin, pêşandan, siyast û ramanê tev azad bibe. Divê mafê tenduristî, perwerdehî, jin, siyaset û baweriyan bê parastin. Kesên ku vê yekê neparêzin nikarin makeqanûna azad saz bikin."

GERA KONGREYA GELAN A DEMOKRATÎK A DERYA REŞ PIR GIRINGE

Demîrtaş bal kişand ser xebatên Kongreya Gelan ya Demokratîk a Derya reş û diyar kir ku, ev ger pir watedar û girînge û serkeftin ji wan xwest. Demîrtaş piştgiriya hunermend û nivîskaran jî pîroz kir û diyar kir ku, ev piştgirî dê gavên erênî pêş bixe.