Demîrtaş: Herî dereng dê serlêdana fermî roja Duşemê pêk bê
Demîrtaş: Herî dereng dê serlêdana fermî roja Duşemê pêk bê
Demîrtaş: Herî dereng dê serlêdana fermî roja Duşemê pêk bê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku, herî dereng dê roja Duşemê heyeta duyemîn wê biçe Îmraliyê û wiha got: "Navê krîza ku ev meh û nîve dewam dike ne krîza navane. Ji ber ku hevdîtinên li Îmraliyê xitimîbûn destûr nedidan heyeta me biçe Îmraliyê. Bi boneya pêşiya hevdîtinan cardin bê vekirin, heyeta dewletê çend car din çû Îmraliyê. Krîza navan tuneye."
Heyeta BDP'ê heyata ku, di nav de Yekemîn Alîkarê Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Alîkarê Serokê Herema Federal a Kurdistanê Birêz Kosret Resûl jî heyî qebûl kir. Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Wekîlê Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî tevlî hevdîtinê bûn. Demîrtaş û Resûl piştî hevdîtinê daxuyaniyek hevpar dan. Demîrtaş diyar kir ku, ji ber têkiliyên Kurdistana Başûr û Tirkiyeyê pêşve diçin ew gelek keyfxweş dibin û wiha axivî: "Çiqas ev têkilî pêşve biçin, ez hêvî dikim ku wê li Tirkiyeyê jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştên baştir pêk bên. Bi boneya ku ev têkilî gelek baş pêşve diçin em wekî partî gelek keyfxweşin. Resûl jî têkildarî hevdîtinên Îmraliyê de got:"Ji bo piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê em hatine serdana BDP'ê."
HERÎ DERENG DUŞEMÊ
Piştî daxuyaniyan Demîrtaş û Resûl pirsên rojnamevanan bersivand. Demîrtaş pirsa têkildarî heyeta wê biçe Îmraliyê de wiha bersivand: "Me hêj serdana fermî nekiriye. Me navên heyetê bi avayekî ne fermî ji Wezîrê Dadê re ragihand. Belkî îro an jî sibê em serdana fermî bikin. Herî dereng em dê roja Duşemê serdana fermî bikin. Hêvî dikim di nava çend rojan de wê heyeta duyemîn biçe Îmraliyê". Demîrtaş bibîr xist ku, li gel navê xwe wan navên Ahmet Turk û Pervîn Buldanê jî dane Wezareta Dadê û ev tişt gotin: "Navê krîza ku ev meh û nîve dewam dike ne krîza navane. Ji ber ku hevdîtinên li Îmraliyê xitimîbûn destûr nedidan heyeta me biçe Îmraliyê. Bi boneya ku pêşiya hevdîtinan cardin bê vekirin, heyeta dewletê çend car din çû Îmraliyê. Krîza navan tuneye."
Demîrtaş li ser pirsa di derbarê hevdîtinên Hakan Fîdan û Ocalan de jî wiha axivî: "Bê gûman em jî dibihîzin heyeta dewletê li ser navê hikûmetê bi rêkûpêk diçe Îmraliyê. Lê ev ji bo me ne agahiyek fermiye. Ji bo çareseriyê lazime ev hevdîtin bidomin."