Demîrtaş: Heqaret li 6 mîlyon hilbijêrî tê kirin

Demîrtaş di rûniştina dozê de axivî û got, "Li vê derê, bi rengekî vekirî sûc li dijî min hatiye kirin. Ez dixwazim ev dozger bên lêkolînkirin." Demîrtaş diyar kir, biryara hatiye dayîn heqareta li 6 mîlyon hilbijêrî ye.

Rûniştina destpêkê ya doza ji aliyê 1. Dadgeha Ceza ya Asliye ya Erdîşê bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" û "gel sor kiriye" li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji ber axaftina wî ya sala 2010'an a li navçeya Erdîş a Wanê hat vekirin, îro pêk hat. Tevî parêzerên Demîrtaş, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî rûniştinê bûn.

Parêzer Demîrtaş li ber darizandinê rabû û bibîr xist, muwekîlê wî yê girtî hê parlamenter e û Hevserokê sêyemîn mezintirîn partiya li Meclîsê ye. Akgun da xuyakirin, mafê destnedana qanûndanînê ya muwekîlê wî heye û diyar kir, divê fezlekeya li dijî Demîrtaş hatiye amadekirin li Komîsyona Meclîsê bê nirxandin.

Demîrtaş jî bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê beşdarî rûniştina dozê bû û anî ziman, mafê wî yê parastinê tê binpêkirin. Demîrtaş destnîşan kir, ku ew tevlî beyanên parêzer dibe û heta ev îtiraz neyê nirxandin, ew ê parastinê neke.

Ji heyeta dadgehê Betul Gul Karakûş li ser vê daxwaza Demîrtaş da zanîn, ku ew bi rengekî cîgiriyê vê darizandinê dike û ji bo dadgerê sereke vê darizandinê bidomîne, ew ê îtiraza parêzer bike rapor. Li ser vê yekê Demîrtaş dest bi axaftinê û parastina xwe kir.

Demîrtaş got, "Ji bilî destnedanê, dem û dezgehek bi navê bêberpirsyarî heye. Dozgerê ku gilîname amade kiriye, xusûsa bêberpirsyariyê nehesibandiye. Nabe ku parlamenterek bê şopandin û lêpirsîn der heq de bê destpêkirin. Beriya her titşî, ev gilîname ji fezlekeyek beriya 7 salan hatiye amadekirin, derketiye holê. Guhertina destûra bingehîn a di wê demê de hat kirin, pêşkêşî referandûmê hat kirin û me jî gelek mîtîng di vê mijarê de kir. Heta roja îro min gelek mîtîng pêk anî. Di vê mîtîngê de min bang li hilbijêrên me kir, ku li dijî referandûma destûra bingehîn neçin ser sindoqan. Temamiya axaftina min a li vê mîtîngê tê bîra min. Beriya her tiştî diviyabû temamiya axaftina min li gilînameyê bihata nivîsandin. Dema axaftinek bi temamî bê nirxandin, hingî wê naveroka wê bê fêhmkirin. Di vir de bi rengekî vekirî, rastî hatiye berevajîkirin."

Demîrtaş diyar kir, şaştiyeke xetere ye ku rexneyên wî weke sûc bên dîtin û wiha dewam kir: "Lazime gotinên min di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin."

Demîrtaş destnîşan kir, ku gilînameya di vê mijarê de hatiye amadekirin, diviyabû ji destpêkê ve ji aliyê dadgehê ve bihata redkirin û got, "Li vê derê bi rengekî vekirî sûc li dijî min hatiye kirin. Ji ber ku min mafê xwe yê siyasetê bi kar anî û xwest erka xwe ya temsîlkirina gelê xwe bi kar bînim, dozgeran li dijî min sûc kirine. Ez dixwazim ev dozger, ku kî bin, bên lêkolînkirin.

Lêpirsîn ne cidî ye. Heta ku lêpirsîneke berfireh neyê kirin, em vê yekê weke hinceteke sivik a ji bo girtinê dibînin. Bi yekkirina 17 dosyayan û bi gilînameyên ku mirov dikarin wan weke iftîra bibînin, em girtî ne. Bi vê biryarê re heqaret li 6 mîlyon hilbijêrî hatiye kirin."

Rûniştina dozê heta 27'ê Nîsanê hat taloqkirin.