Demîrtaş: Guhertina mercên Îmraliyê dê pêvajoyê hêsan bike
Demîrtaş: Guhertina mercên Îmraliyê dê pêvajoyê hêsan bike
Demîrtaş: Guhertina mercên Îmraliyê dê pêvajoyê hêsan bike
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku beriya hilbijartinan dibe ku hikûmet di mercên Îmraliyê de guhertinên cidî bike û ev yek dê pêvajoyê hêsan bike. Demîrtaş ji bo 'paqijiya rê' jî çareseriya pirsgirêkên parlamenterên girtî, girtiyên KCK û benda hilbijartinê, pêşniyar kir. Demîrtaş rageşiya navbera Cemaet-AKP'ê jî nirxand û got, "Di vê pevçûnê de em neketin nava helwesteke 'alîgiriya AKP'ê. Em medya cemaetê dişopînin; neheqiyeke mezin tê kirin."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Meclîsê bi rojnamevanan re hat cem hev û mijarên di rojevê de nirxand. Demîrtaş bibîr xist ku li Amedê pêşhilbijartin hatiye kirin û dibe ku Firat Anli bibe Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Demîrtaş ragihand ku namzetiya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Turk ji bo Mêrdînê di rojevê de ye, lê belê nîqaşên li ser vê yekê hînê neqediyaye û anî ziman ku nazmet dê di hefteya pêş de li pê hev bên aşkerakirin.
'DIVÊ MÛXALEFET PIŞTGIRIYÊ BIDE SIRRI SUREYYA ONDER'
Demîrtaş der barê xebatên HDP û nîqaşên tifaqê de diyar kir ku ne ji aliyê wan ne jî ji aliyê CHP'ê ve nîşaneyeke ji bo hevdîtineke fermî nîne. Demîrtaş der barê îdîayên 'dê deng parçe bibin' de got, "Kîjan deng wê parçe bibe? Dibe ku em dengên AKP'ê parçe bikin. Eger Sirri Sureyya Onder weke namzetê yekane derkeve holê, şansê wî yê serketinê gelekî zêde ye. Bila destekê bide Rêzdar Sirri. Eger mûxalefet dixwaze di nava partiyekê de bicive, divê namzetê wê Sirri Sureyya be."
'EM LI BENDA ZÊDEBÛNEKE JI SEDÎ 80 NE'
Demîrtaş diyar kir ku wan ji bo hilbijartinên herêmî artêşeke mezin a dilxwazan ava kirine û anî ziman ku tevî Hevserok û parlamenteran, ewê bi hemû hêza xwe li gund bi gund, bajar bi bajar, mal bi mal bigerin.
Demîrtaş anî ziman ku 22 şaredariyên bajarokan ên BDP'ê li gorî qanûnê hatine girtin, dibe ku hejmara şaredariya ji ber vê yekê kêm bibe, lê qada wan a bandorê wê ji sedî 80 zêde bibe. Demîrtaş da zanîn ku niha sed şaredariyên wan hene û dê di warê qada bandorê de vê yekê zêde bike.
'BERIYA HILBIJARTINÊ DIBE KU MERCÊN ÎMRALIYÊ BÊN GUHERTIN'
Demîrtaş da xuyakirin ku dewletê heta niha di mijara dengan de timî serî li zextan daye, lê belê encam nestendiye. Demîrtaş der barê pêvajoya çareseriyê de jî wiha axivî: "Heta hilbijartinê em ne li benda pêşketineke awarte ya negatîf an jî pozîtîf in. Di dema hilbijartinê de her kes dê bi hilbijartinê re mijûl bibe, lê piştî hilbijartinê dê careke din li gavên pratîkî yên pêvajoyê vegerin."
Demîrtaş anî ziman ku beriya hilbijartinan dibe ku di şert û mercên Îmraliyê de guhertin werin kirin û got, "Dibe ku hikûmet beriya hilbijartinan di şert û mercên Îmraliyê de guhertinên cidî bike. Ev gengaz e û dê baş bibe. Dê pêvajoyê hêsa bike. Beriya hilbijartinan ez ne bawerim ku PKK biryareke nû werbigire. Cemîl Bayik jî ragihand ku ewê heta biharê li bendê bin. Piştî hilbijartinan dê her kes nirxandina xwe bike. Em ne li bendê ne ku heta hingî guhertineke awarte çê bibe."
LI BENDA ÇÛYÎNA ÎMRALIYÊ NE
Demîrtaş ragihand ku heyeta ku li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, heman heyete û anî ziman ku ji bo hevdîtinê ew li benda roja Înê ne.
PAQIJIYA RÊ
Demîrtaş nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû nirxand û destnîşan kir ku çareserî bê destûra bingehîn nabe. Demîrtaş diyar kir ku ew girîngiyê didin 'paqijiya rê' û pêşniyar li hikûmetê kir ku di vî warî de pirsgirêkên parlamenterên girtî, girtiyên KCK, benda hilbijartinê tavilê çareser bike."
Demîrtaş li ser 'rageşiya dersxaneyan' a navbera hikûmeta AKP û Cemaeta Gulen de ev nirxandin kir: "Dijminahiyeke me ya bi cemaetê re nîne. Lê belê weşanên ev hefteyeke der heqê me de tên kirin, me diêşîne. Di vê pevçûnê de em nebûn 'alîgirên AKP'ê. Em li medya cemaetê temaşe dikin; neheqiyeke mezin tê kirin."