Demîrtaş: Em ê cilên yekreng parçe bikin û biavêjin çopê
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku heke cilên yekreng bidin wan, ew ê van cilan parçe bikin û biavêjin çopê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku heke cilên yekreng bidin wan, ew ê van cilan parçe bikin û biavêjin çopê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî cilên yekreng ên ku tê xwestin li ser girtiyan were ferzkirin ji Girtîgeha Edîrneyê ya ku ew tê de ye, peyamek şand.
Peyama Demîrtaş wisa ye:
“Em ê hewldanên hikumetê ya ku dixwaze bi Rewşa Awarte û Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de faşîzmê bike rejîmeke mayînde, tu carî qebûl nekin. Ev sepandineke rûmetşikên e. Darbekar ew ê van cilên yekreng li xwe bikin an na, ne xema me ye lê girtiyên siyasî ew ê vê bêrûmetiyê qebûl nekin.
‘EM Ê PARÇE BIKIN Û BIAVÊJIN ÇOPÊ’
Heke cilên yekreng bidin me, em ê parçe bikin û biavêjin çopê. Sermesele ew ê tecawizkar kravatan li stûyê xwe girêbidin û ew ê cezayê wan were kêmkirin lê li ser bi deh hezaran zarokên bi rûmet dixwazin cilên yekreng ferz bikin. Em ê rûmeta gelê xwe biparêzin û em ê tu carî van cilên yekreng qebûl nekin.
‘EM Ê LIXWEKIRINA KEFEN TERCÎH BIKIN’
Kesên ku Gûantanamoyê tînin bîra me, em jî berxwedanên girtîgehên Amed, Mamak, Metrîs, Umraniye û Ûlûcanlarê tînin bîra wan. Ev der ne Amerîka ye.
Ji dêvila ku em ê cilên yekreng li xwe bikin, em ê kefen li xwe bikin. Ez li vê derê ji bo vê meseleyê bang li civakê dikim ku bila xwedî li dahatûya xwe derkevin.
1- Divê mudaxeleya li ser darizandinê bi dawî bibe û her kes bi awayekî adil were darizandin.
2- Divê Rewşa Awarte were rakirin û hemû Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de bi paş ve werin stendin.
3- Ji xeynî kesên ku têkiliya wan bi darbeyê re heye divê hemû kesên ji kar hatine avêtin, dîsa vegerin karê xwe.
4- Divê li girtîgehan êşkence bi dawî bibe û têkildarî berpirsan lêpirsîn were destpêkirin.
5- Ji bo aştî û jiyaneke azad bi hev re divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe.
6- Divê pêkanîna cilên yekreng û lêferzkirina SEGBÎS’ê bi dawî bibe.
Li ser esasê van daxwaz û xwestekên me, em bang li hemû partiyên siyasî yên di nav parlementoyê û derveyî parlementoyê, bang li hemû saziyên sivîl, rêxistinên pîşeyî û sendîkavan dikin ku li hemberî faşîzmê bibin yek û dengê xwe bilindtir bikin.
Em jî bi hemû derfetên di destê xwe de em ê li hemberî vê faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê ji bo rûmeta civakê û dahatûya wê ya ronî, hemû berdêlan bidin ber çavan û em ê li ber xwe bidin.”