Demîrtaş: Divê em tecrîda li ser Birêz Ocalan bişikînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji 4'ê Mijdara 2016'an û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, bi rêya nameyê bersiv da pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA).
Demîrtaş bal kişand ser kiryarên rejîma AKP'ê yên di nava 2 salên dawî de dike û got, "Ragihandina Rewşa Awarte, operasyonên li dijî me, bêdengkirina medya mûxalîf; zexta li ser rewşenbîr û akademîsyenan, hemû weke parçeyên avakirina 'rejîma ji yek şexsî' hatin plankirin. Tifaqa Erdogan-Bahçelî, pêşniyara guhertina destûra Bingehîn a li ser guhertina sîstema rêveberiyê ku ji berê ve plan kiribûn, piştî ku em hatin girtin yekser pêşkêşî meclîsê kir. Lê belê ji wê rojê û vir ve ti tişt li gorî dilê wan nameşe. Tengaviya ku li hundir û derve dijîn, dike ku wan bifetisîne. Ji bo xwe ji vê rewşa tengav rizgar bikin hê bêhtir serî li şîdetê, şovenîzmê, rabûna li ber hev û afirandina dijminê nerast, didin. Xuya ye heta ku dawî li siyaseta AKP'ê neyê, wê ev polîtîkayên li derveyî aqil neyên terikandin."
'EM NE GIRTÎ NE, EM DÎLGIRTIYÊN SIYASÎ NE'
Li ser darizandina xwe û hevrêyên xwe yên partiyê jî Demîrtaş got, "Em ne girtî ne, em dîlgirtiyên siyasî ne. Ji ber vê yekê, biryara dawî ya der barê me de bê dayin ne di destê dadgehan de ye. Biryara dawî di destê saziya siyasetê de ye û têkoşîna ku tê meşandin wê vê biryarê diyar bike. Haya me ji xwe bêçaretiya dadgeriyê hebû."
Li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku serlêdana wî qebûl nekir, Demîrtaş got, "Piştî ku di endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ji wezîfeyê hatin girtin, dozên bi vî rengî di bin zexteke giran de ne. DDB ên li hemû welatan dadgehên polîtîk in. Lê belê ti ji wan mîna DDB a me, li gorî polîtîkaya rojane refê xwe neguhertiye. Ev helwest hurmetiya li DDB têk dibe. Mixabin ketin nava helwesteke nebaş. Jİ ber ku DDB a li Tirkiyeyê li qada navneteweyî, li Ewropayê jî bi rêzdarî dihate dîtin. Dibe ku çend salên din jî me di girtîgehê de bihêlin, lê belê ji nû ve bidestxistina îtîbara DDB wê ne karekî hêsan be."
Demîrtaş anî ziman ku girtîman an jî berdana wan bi rewşa siyasî û têkoşînê ve girêdayî ye û got, "Azadiya me ji rewşa giştî ya gel ne cudatir e. Tevlîbûna gel a li têkoşînê çiqasî mezin bibe, rewşa me jî wê erênî bibe. Em ne ji bo derketinê, lê ji bo xurtkirina têkoşînê hewl didin."
PEYAMA JI BO SALA 2018'AN
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo sala 2018'an jî ev mesaj da raya giştî û dengdêrên xwe: "Ez zanim ku weke partî di dema dawî de me nekarî bibin bersiv ji bendewariyên gelê xwe re. Weke yek ji hevserokan bêguman berpirsyariya herî mezin li ser milê min e. Lê belê bila gelê me ji vê piştrast be; me bi hemû rêxistinên xwe yên partiyê hem li girtîgehê hem jî li derve çi ji destê me hat, me kir. Me daxwaza wan hêzên ku dixwestin HDP'ê tasfiye bikin, ji hev belav bikin û parçe bikin, di ber wan de hişt. Em gelek tişt ji Rêberê gelekî ji Birêz Ocalan hîn bûn ku 19 sal in li giravekê di hucreya ji 12 metreçargoşeyî de projeyên çareserî û aştiyê afirand, hîn bûn. Em jî li vir di hucreyeke ji 12 metreçargoyeşî de ne, lê belê projeyên wî yên çareseriyê ji bo gelên Rojhilata Navîn vediguhere hêviyê. Haya me jê heye ku divê em li xwe nefikirin, divê em li gelên xwe bifikirin. Rêya herî bi bandor û bi lez a vê yekê jî, şikandina tecrîda li Îmraliyê ye. Bang li her kesên ji bo azadî, aştî û çareseriya demokratîk têdikoşin dikim, ku di çarçoveya vê rastiya polîtîk û berçav de li ber tecrîda derveyî mirovahiyê ya li ser Birêz Ocalan rabin. Divê ev tecrîd were şikandin. Ev têkoşîn hemû bi hev ve girêdayî ne, di zikhev de ne. Em ê bi bawerî, bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Silav û hezkirinên xwe ji dil ji her kesî re dişînim.
Hêvîdar im 2018 wê bibe saleke ku bi mûxalefeteke mezin a civakî ji bo aştî û demokrasiyê gavên mayinde hatine avêtin û destketiyên giranbuha hatine afirandin. Hêvîdar im em ê vê yekê bi hev re bi ser bixînin."