Danişîna doza Hevserokê Giştî yê rehîn HDP'ê Selahattin Demirtaş hat dîtin. Demîrtaş, diyar kir ku Serokomar Erodgan di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li ser girtina wî kampanya da destpêkirin û bi biryara girtina wî kampanya xebatên hilbijartinê meşand.
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê rehîn HDP'ê Selahattin Demirtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya Kampusa Girtîgeha Sincanê hat dîtin. Demîrtaş ku danişîna berê amade nebûbû, vê carê amade bû. Demirtaş, diyar got, ‘’ Min biryar da ku bi SEGBÎS'ê tev di danişînê bibim. Ez neçar im bi SEGBÎS'ê parastinê bikim. Çûn û hatina Enqereyê 24 saetan dajo. Ev seyehata jibo tenduristiya min ne guncav e. Ji ber vê yekê neçar im bi SEGBİS'ê tev li danişînê bibim. Ji bo ev yek têkeve qeydê ez dibêjim.’’
Li salonê jî Parêzerên Demirtaş, parêzerên Baroya Amedê amade bûn. Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezai Temelli û Pervin Buldan jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên HDP'ê amade bûn. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî li salonê amade bû.
Demirtaş, hemû kes silav kir û Parlamenterê HDP'ê yê Rihaye Îbrahim Ayhan bibîr anî û dest bi parastinê kir. Demirtaş, bal kişand ser hilbijartina 24'ê Hezîranê û wiha got: "Ev hilbijartin bû sedema guhertina rejîmê. Beriya hilbijartinê min di 10-11'ê Hezîranê de parastin kiribû. Ji wê demê heta niha yekem car derdikevim danişînê. Hefteya li pêş me 10'ê Cotmehê roja komkujiya GAR'a Enqereyê ye. Ez wê komkujiyê şermezar dikim û sersaxiyê ji malbatên wan kesên hatin kuştin re dixwazim. Di pêvajoya hilbijartinê de li ser girtina min kampanya dan destpêkirin û operasyona hiş pêş xistin. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li ser girtina min û dosya jê têm darizandin têgihiştineke pir mezin ava kirin û kirin kampanya hilbijartinê. Ez ê delîlê vê yekê pêşkêş bikim. Ji destpêka parastinê heta niha bi israr dibêjm beriya ku em wekilên HDP'ê bên girtin û destnedayîna me bê rakirin operasyona hiş li ser me dan meşandin. Dema destnedayîna me rakir min diyar kir ku helwestek çawa ya siyasî pêş xistin. Têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê helwestek çawa nîşan dan. Min ev hişê ku tê avakirin û li dadgehê çawa bi ruh dibe yek bi yek ve gotibû. Hê dadger der barê min de biryar nedabû medya ez pêşin sucdar kirim û hikûm li min birîn. Hikûmet televîzyon bi televîzyon geriya û rojê 2-3 wezîr derketin televizoyanan ez reş kirim û sucdar îlan kirim. Ez wekî kesê qatil îlan kirim. Ev operasyona avakirina hişekî ye. Lê min dît di vê mijarê de dadgeh bêdeng ma. We bi biryara da bêdengiya xwe anî ziman. Hûn hem bêdeng man û hem jî we bi vê bêdengiyê piştgirî da."
Demirtaş, da zanîn ku ji du dozan girtî tê darizandin û wiha berdewam kir: "Ji dozekê wekî rêveberê rêxistinê, ji doza din jî ji bûyerên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê têm darizandin. Ji ber van dozan zêdeyî salekê ez girtî têm darizandin. Hûn bi van sucdariyan herî zêde dikarin 1,5 salê bin girtî darizînin. Lê piştî 1,5 sal derbas bû, we dîsa biryara berdewama girtina min da. Mînaka ku nehatiye dîtin we bi girtîgeha Edirne re muzakere çêkir. Demirtaş ji bûyerên 6-8'ê Cotmehê cezayê wî hat înfazkirin an jî ji rêvebeiya rêxistinê ye? Girtîgeha Edirne biryar da. Têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê 32 kes tên darizandin. Diviy bû ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê ez bihatima tahliyekirin. Lê we li dijî hiqûqê biryar da "
Demirtaş, helwesta dadgehê jî rexne kir û ani ziman ku di hilbijartinê de bû aliyê siyasî û wiha got: "Ez siyasetvan im.14 sal in bi çalakî siyasetê dikim. Ji baskê ciwanan heta niha di partiya xwe de siyasetê dikim. Dema me amadekariyê hilbijartinê dikir, daraê ajî amadekariyên hilbijartinê dikir. Ji bo têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê min tahliye nekin operasyona hiş dan avakirin. We mudaxaleyî hilbijartina herî girîng a tirkiyeyê kir. Me îmze avêt binr biryarek balkêş."
BERTEKA LI DIJÎ DESTÛRA BINGEHÎN
Demîrtaş serlêdana bi rêya parêzeran a ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn ku hêj negirtiye dest rexne kir û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB)yek ji daraza herî bilind e ku Destûra Bingehîn bipêraz e. Tevî ku 4 meh derbas bû hêj dosyeya min ne nirxandine. Rewş ewqas girîng e. Hilbijartin pêk hat û xelas bû lê hêj DDB’ê biryara der barê girtina min de nedaye. Dikaribûn bigotina ne ‘Demîrtaş dê girtî bimîne’ û ne jî ‘tahliye bibe.’ Tirkiye derbasî rejîmek nû bû lê hêj nû dadgehê ji Wezareta Dadê nêrîn pirsîye.”
‘ME DIKARIBÛ PÊŞIYA TIRKIYEYÊ VEKIRA’
Demîrtaş di parastina xwe wiha axivî: “Ev gellek girîngin birêz Serok. Ez bi 142 salan li dadgeha we têm darizandin. Ev tişt hemû li ber çavê Tirkiyeyê pêk tên. Hûn dadger in û xisûmetek min bi we re nîne. Dadger ew kes in ku di demên kirîtîk de rolên girîng bigirin ser milên xwe. Li Tirkiyeyê rejîm guherî. Di vê rewşê de berpirsyariya darazê jî heye. Me dikaribû pêşiya siberojên ronî yên Tirkiyeyê vekira. Tirkiye dikaribû neketa destê rejîma yek zilamî.
Ez kapîtîlazmî naparêzim. Ez tevahiya jiyana xwe de çepgir bûm û aboriya çep jî diparêzim. Lê min dizanibû welatek wek mîna Tirkiyeyê nikare vê kapîtîlazmê hilde û wê krîz pêk were. Min derdê xwe ne anî ziman, ji ber ku min yek mitîngê pêk neanî. Ez derkenetim yek kanalekê. Ez AKP’ê û Erdogan dijminê welat nabînim, lê fêm nakin. Ne de ferqa talûkeyê de ne.
DARAZ BÛ ALÎ
Tirkiye neçar bû dîroksiyonê xwe bizivirîne ser darazek serbixwe. Her çiqas Erdogan qezenc kir jî lê divê daraz li ser xeta demokratîk bûya. Lê bes daraz bi biryarên girt ve ji bo yek zilam bi ser bikeve alî girt. Li dijî min alî girt. Darazê ji namzedek serokomariyê re got ‘Tu ne namzetê me yî. Tu yê li hundir bimînî. Çimkî dibe ku ti kampanyeyek bi bandor birêve bibî û li pêşiya serkeftina Erdogan bibî asteng.’
KRÎZÊ DIGOT ‘VA EZ TÊM’
Heman darazê wê serlêdana min a takekesî lêkolîn bike û di der barê min de biryar bide. Ev daraz darazek ku namzetek serokomariyê tahliye nake ye. Dê ji niha şûn ve di der barê min de çawa biryarek adilane bide. Ne pêkaniya vê ez ê vebêjim. Mesele ne ez im, ku şexsê xwe rizgar bikim. Min welatê bindestan Tirkiyeyê û siberoja demokratîk parast. Qey tu yê bêjî krîza aborî bi zemgîlê ket. Na, krîza aborî bang dikir û digot ‘va ez têm.’
EM DI KEŞTIYA TALANGERAN DE CIH NAGIRIN
Niha jî dibêje ‘em di heman gemiyê de ne.’ Ez jî namzet bûm lê em ne di heman gemiyê de bûn. Ez nakevimgemiya talanger û yên Tirkiyeyê dişêlînin. Em ne di heman gemiyê de ne. Piraniya Tirkiyeyê di heman gemiyê ye û niha dixwazin vê gemiyê têk bibin. Aliyê din di gemiya luks de ye û ew dê nekevin çiravê. Em nikarin bi yên krîzê derxistin re di heman keştiyê de cih bigirin. Em li aliyê bindest ên Tirkiyeyê ne û di gemiya wan de ne.
MIN Ê JI SEDÎ 20 DENG BIGIRTA
Min wek namzetê serokomariyê dikaribû van vegota. Heke min dikaribûya van vegota, wê encama hilbijartina serokomariyê ne wiha bûya. Encama van hilbijartinan manîpulatîf e û di çend hilbijartinên dawî de Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) karên bi guman dike. Ez vê hilbijartinê rewa nabînim û ez ê nebinim. Wê civak jî rewa nebîne. Heke ez li derve bûma ez angaşt dikim ku min ê ji sedî 20 deng bigirta. Min ê ji bo parastina dengan jî xebat birêve bibira. Min dikaribû partiya xwe hin bêtir baştir amade bikira. Hevalên me bi kedek mezin xebitîn û ez wan pîroz dikim. Tevî hemû astengî û êrîşan HDP di hilbijartinê de serkeftinê bi dest xist. Bi berxwedana gelê me û hêza HDP’ê ew krîz hat vekirin. Ez li derve bûma dê encam cuda bûya.
RIZGARIYA JI KRÎZÊ RÊYA DEMOKRASIYÊ YE
Têkçûna aborî bi lez bûye û ne pêkan e bê sererastkirin. Rizgariya ji vê yekê demokrasiye û modelek nû ye avakirinê ye. Çareserî û aştiya pirsgirêka Kurd e. Dermanê şer û tundiyê çareseriye. Reforma darazê divê pêk bê. Divê dadger bên berdan. Medya azad bibe. Rojnameger bên berdan. Heke wisa bibe dê aboriya welat rast bibe. Heke wisa nebe berevajiyê vê yekê dê aborî têk biçe û dê her kes berdêlê vê yekê bide. Hûnê jî berdêlê vê yekê bidin birêz Serok. Em ê jî berdêla vê yekê bidin. Berpirsê vê yekê biryarên darazê ne.
ERDOGAN KAMPANYA XWE BI DEWAMKIRINA GIRTINA MIN DA DESTPÊKIRIN
Di serdema hilbijartinê de bi awayekî alenî mudaxeleyî dosyeya min hat kirin. Ez ê yek bi yek bixwînim û dixwazin derbasî girtekên SEGBÎS’ê bibin. Li dijî xala 138 a makeqanûna me 3u xala 18’emîn a PMME mudaxele hat kirin. We van tiştan bihîst û hûn jî dengdêrin li vî welatî. Hûn jî parçeyek îradeya milî ne. Çawa dest pê kir ez bibêjim. Me serî li dadgeha we da. Dadgeha we serlêdanê û bedana min red kir. Parêzerên min veguhezandin DDB . DDB dosyeyê bi lez girt dest û wê biryar bidana. Bêguman ev hat bihîstin. Ez jî agahdar bim her kes jê agahdar e û bi lez û bez mudaxeleyî vê hat kirin. Dîroka li dijî min kampanya hat destpêkirin û dîroka ku DDB’ê dosyeya min şand raportöre heman dîrok e. Wiha dest pê kir. 9’ê gulan 2018… Ez namzetê serokomariyê me. Biryara dewama girtina min dane û Erdogan kapmanyaya xwe da destpêkirin. Bahçelî jî daxuyanî da. Bahçelî di 12’ê gulanê de twîtek wiha parve kir: ‘Wisa ye ji bo Demîrtaş bê berdan, hewldanek tê dîtin. Dibêjin ku wê Demîrtaş bê berdan û ev yek xeletî ye.’
HEVALEK VÎ BÊGEFENDÎ JÎ NÎNE
Erdogan di 10’ê hezîranê de li Kocaeliyê daxuyaniya darvekirina min dide. Jixwe ew bi çavê dadgerê herî mezin li xwe dinêre. Yê ku vê zemînê pêşkêşî wî kir dadgeha we ye. Lê yê ku ehliyeta wî hebû ez im ez. Yê min dîpolomaya min zanîngehê heye. Min 4 sal hiqûq xwend. Yê vî begefendiyî hevalek wî zanîngehê jî nîne û çimkî ehliyeta wî nîne.
DIVÊ DIJMINÊ MERIV MERD BIN LÊ EV NAMERDIN
Mesûmiya darazê, karîneya mesûmiyetê… Min dev ji van hemûyan berda, lê meriv henik merd dibe. We dest û piyê mirovekî girêdaye û avêtiye hundir. Hûn radibin der barê însanek de wiha dibêjin. Ev merdbûn e gelo? Divê dijminê mirov merd be. Lê van bi namerdî kir. Heke ez li dervebûma min ê bersiva van bida. Min ji Davutoglu bipirsin. Ew min baş nas dike. Dema ew derdiketin meydanan û ba dibûn û gûr dibûn, ez baş dizanim di her seferê de dixwestin li gel me bin. Ew baş dizanin. Hûn ji vê yekê re bûn asteng.”