Demîrtaş: Dema wê ye ku ji Somayê heta bi Şîrvanê pira hevgiriyê were avakirin

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, "Niha dema wê ye ku di navbera Soma û Ermenek û Şîrvanê de pira dilan û hevgiriyê were avakirin û êş werin parvekirin."

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got:

"Ji bo karkerên ku di karesata Şîrvanê ya Sêrtê de jiyana xwe ji dest dayin dibêjim rehma xwedê li wan be û serê nasên wan û gelê me sax be. Ez hêvîdarim karkerên ku hê negihaştine wan bi sax û silamet werin derxistin.

Niha dema wê ye ku di navbera Soma û Ermenek û Şîrvanê de pira dilan û hevgiriyê were avakirin. Em ê têkoşîna xebat û jiyana însanî teqez bi ser bixin."