Demîrtaş çû Washîngtonê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtinan bike çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Demîrtaş û yên pê re wê li DYA di asta bilind de hevdîtinan bikin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtinan bike çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Demîrtaş û yên pê re wê li DYA di asta bilind de hevdîtinan bikin.
Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş çû DYA'yê. Bi Demîrtaş re Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy û Cîgira Serokê Koma Meclîsê Pervîn Bûldan wê tevlî hevdîtinan bibin. Tê payîn ku heyeta HDP'ê di asta payebilindan de hevdîtinan bike. Demîrtaş her wiha wê beşdarî konferansa Nûnertiya HDP'ê ya Washîngtonê bibe, ku her sal tê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re, wê li DYA di asteke bilind de bê pêşwazîkirin, wê bi Dîrektorê Obama yê ji Ewropayê Berpirsyar Charles Kûpchan û Alîkarê wî Mark Shapîro re rûnên. Di çarçoveya hevdîtinên li Wezareta Karên Derve de heyeta HDP'ê wê bi Sefîra Bilind Krîstîe Kenny re jî hevdîtinê bike.
Heyeta HDP'ê wê di 2'ê Gulanê roja Duşemê de vegere Tirkiyeyê.