Demîrtaş: Biryara hûn bidin diyar e!

Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn girtî, di rûniştinê de axivî û got: “Biryara hûn bidin diyar e, daxwaza berdan nakim.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji doza tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Girtîgeha Sîncanê derket pêşberî dadger.

Demîrtaş ji ber rêya dirêj û rewşa tenduristiyê bi rêya SEGBÎS beşdarî rûnişinê bû. Gelek wekîlên HDP’ê dozê şopandin. Parêzerên Demîrtaş jî amade bûn.

Demîrtaş ji cihê duh parastina wî mabû dewam kir. Piştî parastina Demîrtaş, dozgeriyê bi hinceta “Delîlên sûcê li ser ku pêk aniye bi qewete” dewama girtina Demîrtaş da.

Demîrtaş jî bersiva Dozger da û wiha got: “Heta îro min berdana xwe daxwaz nekir û ez ê dîsa daxwaz nekim. Biryara ji xwe hûnê bidin diyar e. Ez berdanê daxwaz nakim. Ez dixwazim parêzerên min mafê axaftinê bigirin.”

Navbera rûniştinê hate dayîn.

Agahiyên berfireh wê bên…