Demîrtaş: Bi feraseta 'eniya milî ya Tirk' ve pirsgirêk çareser nabe

Demîrtaş têkildarî nêzîkatiya Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê vexwend, lê ew venexwend, axivî.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş destnîşankir, li cihekî HDP li derve bê hiştin pirsgirêk çareser nabin. Demîrtaş têkildarî nêzîkatiya Serokkomarê Tirk Erdogan ê ku serokên giştî yên CHP, MHP û AKP'ê vexwend, lê ew venexwend, axivî. Demîrtaş got, "Niha careke din rabin, mîna ku HDP nîne tevbigerin û bêjin, em ê li dora 'eniyeke milî ya Tirk' pirsgirêkan çareser bikin, ew û kêfa xwe. Lê ev nêzîkatî gelekî şaş e."

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ji ber helwesta 'li hemberî darbeyê' ya CHP, MHP û AKP'ê, ji bo spasiya wan bike ew vexwend. Lê Erdogan bang li Hevserokên HDP'ê nekir. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş der barê mijarê de bi rojnamevanan re sohbet kir.

Demîrtaş da zanîn, ku wêderkirina HDP'ê piştî darbeyê, bêhişî ye û got, "Ev jî dide xuyakirin ku hê rastiya darbeyê baş fêm nekirine. Mifteya demokrasiya li Tirkiyeyê HDP ye û girseya ku HDP wê temsîl dike ye. Tişta ku dibe sedema darbeyê jî neçareserkirina meseleya Kurd e, ku ev pirsgirêk her tim radestî leşkeriyê hatiye kirin. Niha dîsa bi tinehesibandina HDP'ê û bi gotina em ê bi 'eniyeke mîllî ya tirk pirsgirêkê çareser bikin' ew pirsgirêka wan e, ev nêzîkatî gelekî kêm û şaş e."

DI VIR DE ÇARESERIYEK DERNAYÊ

Demîrtaş herî dawî destnîşan kir ku civak tê gel hev lê siyaset nayê gel hev û ev tişt got: "Di vir de çareseriyek dernakeve. Di kîjan mijarê de li hev du nakin, bila di vê civînê de li hev bikin. Di gelek mijaran de yên ku cuda difikirin em in. Dema ev 3 partî bên gel hev û bêjin me li hevdu kir, wê pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nekin."