Demîrtaş bang li Elmanyayê kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê ji rojnameya Bîld a Elmanyayê re axivî û bang li Elmanyayê kir ku destekê bide hewldanên ji bo pêşvebirina azadî û hiqûqa li Tirkiyeyê.

Axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di hejmara roja Şemiyê ya rojnameya Bîldê de bi sernavê "Tirkiye tenê ji AKP'ê pêk nayê" hate weşandin. Rojnameyê bi bîr xist ku bi sûcdariya "rêveberiya rêxistina terorê" der barê Demîrtaş de gilînameyeke ji 600 rûpelî hatiye amadekirin.

Demîrtaş di hevpeyvîna xwe de got, "Ji ber ku min hêrsa partiya desthilatdarê AKP û lîderê wê kişand ber bi aliyê xwe ve, ez hatim girtin" û anî ziman, rejîma AKP'ê ji bo projeya xwe bi cih bîne, pêvajoya demokratîkbûnê li Tirkiyeyê sekinand.

Demîrtaş ji Elmanyayê xwest, di çarçoveya nirxên Yekîtiya Ewropayê de piştgiriyê bide pêşvebirina azadî û hiqûqa li Tirkiyeyê û got, "Rabûna li ber endametiya tam a Tirkiyeyê siyaseteke rast nîne. Tirkiye tenê ji AKP'ê pêk nayê. Bi milyonan welatî bi biryardarî ji bo demokratîkbûna welatê me têdikoşin."